Selîm Babanzade amade bû yarmetîyekman bida

Hesen QAZÎ nivîsand —

Şemî 27 Adar 2021 - 00:49

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (71)


Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
: Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî 
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere

Şewket: Boçî pêwîstîtan be meqer bû?
Keşkolî: Gurûpêk ke 'emelîyatî nîzamî dekird, hewcêy be meqerêkî fermanderî hebû ke tîrî dujmin neygatê. Pêşmergekan lew şwênane wek pêgey nîzamî kelkyan werdegirt. Bew şêweye le meqerî fermanderî da hemîşe helkewtî gurûp rûn bû.  Eger pêwîstî be şitêk baye û yan eger rûdawêk deqewma ew meqere agadar dekra û gurûpekanî dîkeş deyantuwanî bo wergirtnî zanyarî yan pê danî xeber rû lewê biken.

Şewket: Çi maweyek lew mizgewte da bûn?
Keşkolî: Le mizgewteke cige le gurûpî ême nebê kesî dî lê nebû. Belam carêk ke mizgewteke xllî bû, gurûpî komelle cêgey êmey dagîr kird û îtir neman tuwanî bigerêynewe ew mizgewte. Boye naçar bûyn her lew dêyeda cîgayekî dî peyda keyn.

Şewket: Nêwantan legel Hîzbî Dêmokrat çon bû?
Keşkolî: Pêştir amajem pê kird ke Qasimlû le dîdareke da be tundî legelman cûlawe, belam le helsukewtî da nîşaney nermîş debîndra. Ew lewey ke ême le şwênî cor be corî Kurdistan dest bikeyn be 'emelîyatî nîzamî be dijî rêjîm û legel pêşmergekanî Hizbî Dêmokrat hereket bkeyn, çi dijayetî nebû. Belam helsukewtî hêndêk le kadrekanî Hîzb legel ême dostanetir bû. Bo wêne, kak Selîm Babanzade berpirsî nawçey Seqizî Hîzbî Dêmokrat muwafeqetî kird çekyan her yarmetîyekî dîkey ke bimanewê le ber destman binê. 

Wêne: Selîm Babanzade u hawjînî Şine Hîdayetî
Selîm Babanzade u hawjînî Şine Hîdayetî 

Şewket: Bernamey rojaney êwe çon bû?
Keşkolî: Hemû rojê karman dabeş dekird. Çend kesêkman le meqerî fermanderî demaynewe ke hêşta le mizgewtî awedanîyeke da bû û ewanîdîş legel jimareyek le pêşmergekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan deçûyn bo 'emelîyatî nîzamî. Carî wa hebû le wanebû pêşmergekan hewtûyek 'emelîyatyan hebê û negerênewe. Her kat 'emelîyat nebûba, roj be roj dêyekanman degorî û le şwênêk nedemaynewe. Li Kurdistan ew resme hebû ke berpirsî dê, şewane le meydanî ber mizgewtê pêşmergekanî xirr dekirdewe û be ser malî cûtyaran da dabeşî dekirdin.

Şewket: Be meylî cûtyaran yan be tobzî?
Keşkolî: Helbet be meylî cûtyaran, belam lewê îtir şiteke meyl û tobzêtî nebû. Resmêk bû ke berêwe deçû.

Şewket: Boçî pêkêşîtan dekird legel pêşmergekanî Hîzbî Dêmokratî Kurdistan da bicûlên?
Keşkolî: Ho û songey zor hebû. Yekem ewey ke gurûp gewretir debû û hatba û rêjîm hêrşî kirdba, deytuwanî baştir bergirî le xoy bika. Hoy dîke ewe bû be bê ewan rê û rêgaman nedezanî û lewane bû be hasanî le bosey dujmin kewîn. Leweş ziyatir, degeyiştîne her dêyekî, eger bûba demantuwanî le cûtyaran yarmetî werbigrîn û şewaneş şwênêkman bo xewtin hebê. Eger legel pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat ra necûlabayn, le hemû ew derfetane bê beş debûyn û cûtyaran baweryan pê nedekirdîn.

Şewket: Meseley 'emelîyatî nîzamî çî lê hat?
Keşkolî: Bew pêye destman kird be 'emelîyat. Nawçey 'emelîyat ber bilaw bû û ta qerax Seqiz deçûyn. Be şêweyek ke le ser şaxî ra Seqizman dedî. Dr. Aram îş wek taqe pizişkî nawçe lewê metebêkî saz kird. Ew lew metebe da nexoşekanî mudawa dekird û be halî birîndarekan radegeyişt. Ew nexoş û birîndaraney ke halyan xirap bû, denardirane nexoşxaney Hîzbî Dêmokrat û eger pêwîst ba deyanbirdin bo 'Êraq.

Şewket: Le çend 'emelîyatî nîzamî da be dijî rêjîm beşdarîtan kird?
Keşkolî: Le zor 'emelîyatî nîzamî da beşdarîman kird. Carêkyan le nizîk Seqiz, pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat de kemînî rêjîm kewtin û ême ke legel jimareyekî dîke le pêşmergekan le derewey kemîn da bûyn, xeberman pêgeyişt û wefiryayan kewtîn. Lew têkhelçûne tunde da dû pêşmergey Hîzbî Dêmokrat kûjran û yekêk le hawrêyanî ême ke nawî Heyder û berpirsî nîzamî gurûp bû be sextî birîndar bû. Sedemeyekî zor pê geyiştbû û pêyekî wurd bibû. Hewlekanî Dr. Aram bo ewey pêşî xwên berbûnî bigrê hîç faydey nebû. Naçar bûyn raygwêzîn bo Êraq. Mewday ême legel nexoşxaneyek le xakî 'Êraq nizîktir bû le nexoşxaney Hîzbî Dêmokrat le Qeladizê. Her boye biryarman da bîbeyn bo 'Êraq.

Şewket: 'Êraqîyekan le hatinî êwe agadar bûn?
Keşkolî: Resim ewe bû ke ber le birdinî birîndarekan, be asayî debû xeberman da ba be 'Êraqîyekan, çunke dewletî 'Êraq hemû birîndarêkî wernedegirt. Ew care le ber ewey halî birîndareke zor xirap bû derfetî eweman nebû pêşawpêş xeber bideyn be 'Êraqîyekan. Her boye şarezayekman peyda kird, nexoşekeman suwarî êstirêk kird û bestmanewe û be nîweşew werê kewtîn. Bere berî beyanî geyiştînê pasgey 'Êraqî ke le nawçey sunûrî nêwan dû wulat, tewaw le rûberûy pasgey sunûrîy Êran helkewtibû. Hêsta çend deqîqeyek le geyiştinî ême tê neperîbû ke le pasgey sunûrî Êranewe êmeyan weber xompare da. Çend kes le ême de hengawman mabû bo pasgey sunûrî 'Êraq û çend hengawêk kişaynewe û le pena reweze berdêk sengerman girt. Teqey dûlayene destî pêkird. Teqe ewende tund bû ke tenanet neman detuwanî çend hengawêk le sengerekeman dûr kewînewe û le çomêk ke lew nizîkane dexuşî aw bixoynewe. Ta êwarê lewê gîrman kirdbû ta ewey duwacar teqekeyan ragirt. Waman lêk dedawe ke îtir gule û xompareyan nemawe bîteqênin. Taze ew car tuwanîman le senger bêyne derê û xoman bigeyênîne pasge 'Êraqîyeke. Lewêwe birîndarekeyan destbecê geyande nexoşxane. Belam ew şarezayey ke legelman bû, le tirsan helat. Boye bo geranewe bo meqerekeman le Kurdistanî Êran rûberûy dijwarîyekî zor hatîn, çunke rêgaman baş nedezanî û metirisî gîran û de daw kewtinman zor bû. Rêjîmî Êran le rewtî layengranî Barzanî gurûpî gerokî geştî pêk hênabû ke le dewr û berî pasge sunûrîyekan le hatuçû da bûn û pêşmergekanî Hîzbî Dêmokrat û yan gurûpekanî dîkeyan de daw dexist.



Dirêjey heye…

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.