Li bajarê Elmanyayê Frankfurtê û li bajarê Fransayê Toulouse şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.
Endamê Konseya Fermandariya HPG’ê Sînan Dêrsim (Dalokay Şanli) yê ku di 27’ê Cotmehê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû û Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Kasim Engîn ê ku 27’ê Gulana par di êrişa hewayî de şehîd bûbû û yek ji fermandarê HPG’ê Yûsûf Aslan (Aslan Kalkan) ê ku di 14’ê Gulana 2019’an de li Xakurkê di êrîşa hewayî de şehîd bûbû û gerîlayên di meha Gulanê de şehîd bûbûn, hatin bîranîn.
Meclîsên malbatên şehîdan ên li Frankfurt, Offenbach, Hanauyê, meclîsên gel û meclîsên jinan tevlî bibîranînê bûn.
Delal Dêrsim li ser navê Komîsyona Malbatên Şehîdan a Frankfurtê got, divê ew xwedî li bibîranîna şehîdan derkevin. Şengê Kahraman jî li ser navê KOMAW’ê got, “Em ê mîrateya hevalên xwe yên şehîd bi hêza xwe hemûyî bidomînin û ji bo bihistyariyê em bang li her kesê dikin.”
Li Toulouseyê jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Di bîranînê de sînevîzyon hate nîşandan û bîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bibîranîn bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN