Hat zanîn ku cenazeyên sê Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku 12’ê Adarê di êrişa dewleta Tirk a li dijî herêma Omeriya de şehîd bûn, bêyî ji malbatên wan re bibêjin, li goristana bêkesan veşartine.
Malbata gerîlayê HPG’ê Alî Akdogan ku şehîd bûye, serî li dozgeriyê da. Hat diyarkirin ku malbatê daxwaza testa DNA’yê kiriye û Serdozgerê Mêrdînê jî ji malbatê re gotiye;“Biçin li benda encamê bin.”
Hat diyarkirin ku ji malbatê re hatiye gotin, şeş meh bi şûn ve wê dor were wan. Ji ber ku pêşî dor dane mexdûrên erdhejê.
Malbatê nerazîbûn nîşan da ka çima qeyda kurê wan li nexweşxaneyê heye, lê nadin wan û got, “Li me negeriyan û ew veşartin. Me ewqas hewl da lê ti encam jê çênebû. Ji bo em êşê bikişînin, li goristana bêkesan veşartin. Li gel ku nasname û navnîşan kişf kirine, çima bêyî ku ji malbatê re bibêjin, vedişêrin.“
Malbat, piştî ku çû goristana bêkesan ku kurê wan lê hatiye veşartin, vegeriya Wanê.
ANF/MÊRDÎN