- Li Swîsreyê amadekariyên ji bo dengdanê temam dibin. Koordînasyona hilbijartinê wê xelkê bi otobusan jî bibe ser sindoqan. Mustafa Demir jî dibêje: Haya me jê heye ku her deng muhim e û divê her kes jî dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.
ERDOGAN ZAMUR / BASEL
Ji bi hilbijartina 14´ê Gulanê ya li Tirkiyeyê, hilbijêrên li Ewrûpayê seferber dibin. Li Swîsreyê di hilbijartinên 2018´an de HDP´ê 19 hezar û 683 deng wergirtibûn û bûbû yekemîn. Armanca Partiya Çep a Kesk (Yeşil Sol Parti) vê carê ew e ku li Swîsreyê bêhtirî nîvê dengan bigire. Koordînasyona wê ya hilbijartinê niha amade ye ku hilbijêran ji 29´ê Nîsanê û pê ve bibe ser sindoqan.
Ji Koordînasyona Partiya Çep a Kesk a Swîsreyê Mehmet Karahan got, “Ji bo ewlehiya sindoqan muşahidên me temam in. Dengdan li Swîsreyê ji 29´ê Nîsanê heta 7´ê Gulanê dewam dike. Me otobus girtine. Çar herêm wê otobusan rakin û xelkê bibin ser sindoqên li Zurichê. Kela canê xelkê me gelekî rabûye. Partiya me wê dîsa bibe yekemîn.”
Endamekî din ê koordînasyonê Seyit Maniş jî dibêje, “Em dixebitin da ku dewleta em terkî mirinê kirin, biçe. Haya me ji heyatîbûna pêvajoyê heye. Ji bo sîstema heyî hilweşe, ji bo siberoja miletê xwe em bi tevahiya taqata xwe hewl didin.”
Sakine Tosun jî bi xurtî ji bo hilbijartinan kar dike. Ew dibêje, “Miletê me divê dengê xwe bide xwe, bide partiya xwe. Ev zilm û êsîrî bila bi dawî bibe.”
Abdulselam Sakik ê ji Mûşê jî dibêje, “Kî karibe dengê xwe bide, bila bide. Ev hilbijartin ji bo Kurdan meseleya man û nemanê ne. Em bi bin kevin, em ê tine bibin.”
Em bi jinan re kar dikin
Ji Dayikên Şemiyê Mîne Nazarî ev 2 sal in li Baselê dimîne. Ew dibêje, “Em xebatên xwe yên jinan, bi rêxistinên jin û pêkhateyên tifaqê re hevpar dikin. Em mal bi mal geriyan. Ev hilbijartin derfeteke mezin in ji bo ku desthilata dîktator hilweşe.”
Bila her kes dengê xwe bide
Mustafa Demir jî dibêje, “Ji bo ku em xwe bigihînin hilbijêran, xebatên me li dawetan, kargeh, qehwexane û deverên cemaweriyê dewam dikin. Coşeke mezin heye, elaqeyeke xurt heye. Xebatên me ne tenê li Baselê ne. Em li ser sînorê Fransa û Elmanyayê jî kar dikin da ku hilbijêran bibin ser sindoqan. Haya me jê heye ku her deng muhim e û divê her kes jî dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk.”