KCDK-E’yê bang li gelê Kurd û dostên gelê Kurd kir da ku bi ruhê berxwedanê tevlî meşa li dijî komployê bibin.
KCDK-E’yê derbarê meşa li dijî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da û got, “Pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya Îmraliyê bi destê hêzên navneteweyî pêk hat û di bin rêveberiya hêzên navneteweyî de hate dewamkirin. Vê pergala êşkence, tecrîd û qirkirinê ya li Îmraliyê ku di hiqûq û qanûnên navneteweyî de ti cihê wê tine, di 8 salên dawîn de bi giranî tê dewamkirin.
CPT’ê beriya du salan raporek weşandibû û diyar kiribû ku Îmrali pergaleke êşkenceyê ye, teqez divê were rastkirin û di heman demê de Konseya Ewrûpayê biryara ‘mafê hêviyê’ dabû lê hiqûq û edalet pêk nehatibû anîn. Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ti zextê nake û ev jî tê wateya ku pergala êşkenceyê tê dewamkirin.
Armanca vê komployê ev bû ku di şexsê Rêber Apo de hebûn û azadiya gelê Kurd tine bike û di heman demê de li hemberî demokratîkkirina herêmê û çareseriya demokratîk a doza Kurdan jî wekî êrişekê bû.
Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî fikr û ramanên Rêber Apo komploya navneteweyî berevajî kirin û paradîgmaya neteweya demokratîk gerdûnî kir.
Têkoşîna azadî û wekheviyê ya ku bi hefteyan e li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan didome, wekî slogana xeta azadiya jinê ya Rêber Apo, bi slogana ‘Jin jiyan û azadî’ gerdûnî bûye.
Di salvegera 24’emîn a Komploya Navneteweyî de bi pêşengiya TJK-E wê li hemû welatên Ewrûpayê, li Kanada û Awûstralyayê di 8’ê Cotmehê de meş werin lidarxistin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin da ku bi ruhê berxwedan û azadiyê seferber bibin û tevlî van meşan bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN