Sefareta Swêdê aşê xwe betal kir

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 20 Tîrmeh 2023 - 16:06

Piştî çalakiya alîgirên Tevgera Sedir a li dijî Balyozxaneya Swêdê ya li Bexdayê, hikûmeta Swêdê ragihand ku hikûmeta Iraqê nekarî Balyozxaneyê biparêze, ji bo wê, ew karên Balyozxaneyê yên li Bexdayê radiwestînin.

Alîgirên Tevgera Sedir, doh danê sibehê li derdora Balyozxaneya Swêdê ya li paytexta Iraqê Bexdayê kom bûn û hikûmeta Swêdê protesto kirin. Çalakvanan li dijî çalakiya ‘şewitandina Quranê’ ya ku wê îro were kirin, çalakî li dar xist. Di çalakiyê de bi ser Balyozxaneya Swêdê de hate girtin û hinek beşên Balyozxaneyê hatin şewitandin.

Li ser vê yekê Balyozxaneya Swêdê ya li Iraqê karê xwe rawestand û Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Tobias Billström got, “Hikûmeta Iraqê nekarî Balyozxaneya me ya li Iraqê biparêze.”

Li aliyê din Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ragihand ku Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser buyerê civînek awarte li dar xistiye.
Her wiha li ser buyera şewitandina Balyozxaneyê, Swêdê ji bo ravekirina şewitandina Balyozxaneyê, balyozê Iraqê yê li Swêdê vexwend.

Di heman demê de Wezîrê Sedir, Mihemed Salih Iraqî peyameke lezgîn belav kir û got, “Em daxwaz ji hemû heskiriyên Quranê dikin ku li nêzîkî meydana Tehrîr kom bibin û li benda fermanan bin.”

STOCKHOLM/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.