Sedr ti hevpeymana nû qebûl nake

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 27 Îlon 2022 - 02:13

Çarçoveya Hemahengî, PDK, YNK û Suniyan, hevpeymaneke nû bi navê ‘Îdareya dewletê’ ji bo pêkanîna hikûmetê ava dikin. Serkirdeyekî Tevgera Sedr jî hevpeymanê weke ‘Ne pêkan e’ da nasîn.

Krîza siyasî ya li Iraqê ya piştî hilbijartina giştî ya Cotmeha par, hindik ma sala xwe biqedîne. Liv û tevgera aliyên siyasî ya ji bo pêkanîna hikûmetê, piştî ku tebvgera Sedr ji parlamenê vekişiya, dewam dike. Çarçoveya Hemahengî, PDK, YNK û Suniyan ji bo avakirina hikûmetê, hevpeymaneke bi navê ‘Îdareya dewletê’ avakirin.

Ji Tevgera Sedr jî nerazîbûn hat. Ew hevpeymanê weke ‘Ne pêkan e’ bi dike.

Yek ji endamê rêveberiya Tevgera Sedr, Xayib Emîrî diyar kir ku Çarçoveya Hemahengî wê hertim weke çarçove bimîne û ev hevpeyman ne pêkan e.

PDK li Sedr jî qulibî

Doh parlamenterê Çarçoveya Hemahengî ya Şîeyan Elî Fetlawî li ser mijarê ji Rojnews’ê re gotibû, “Di nava çend saetên bê de, bi navê ‘Îdareya dewletê’ hevpeymaniyeke siyasî ya nû dê were ragihandin ku ji hêzeke mezin pêk tê. Ji bo rêveberina qonaxa bê ye. Hevpeyman ji PDK, YNK, Hevpeymaniya Serwerî, Çarçoveya Hemahengî, Tevgera Babîlûm û parlamenterên serbixwe pêk tê.”

Ji van partiyan PDK û Hevpeymaniya Serwerî berê li gel Tevgera Sedr hevpeymaniyek ava kirîbûn, niha bêyî Tevgera Sedr tevlî vê hevpeymaniyê bûne.

 

Parlamena bê Sedr bername diyar kir

 

Bernameya civîna parlamena Iraqê diyar bû. Li gorî bernameyê di civîna parlamenê de wê meseleya ji wezîfeyê girtina serokê parlamena Iraqê bikeve dengdanê.

Li gorî nivîseke serokatiya parlamena Iraqê, parlamen sibe wê bicive.

Di bernameya wê de dengdayîna li ser ji wezîfeyê girtina serokê parlamena Iraqê Mihemed Helbûsî jî heye.

Mijara dûyem jî ew ê ku cihgirê yekem ê serokê parlamena Iraqê were hilbijartin. Ji ber ku beriya niha cihgirê yekem ê serokê parlamenê Hakim Zamlî bû, Hakim Zamlî girêdayî Tevgera Sedr bû û tevî endamên din ên tevgerê îstifa kiribû. BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.