Şaredarî veguhertine qereqolê

În 7 Sibat 2025 - 02:50

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ragihand ku qeyûm bi serê xwe bêhiqûqî ye û got:"Hebûna wan a li wê derê bi xwe desteserkirina maf e. Mînak avahiya xizmetê ya şaredariyê niha veguheriye qereqolê. Êdî ne avahiyeke xizmetê ye. Em ê nehêlin bêhn bê ber wan."

Şaredariya Sêrtê di 29'ê Çileyê de hate desteserkirin. Îradeya gelê Sêrtê cara sêyemîn hate desteserkirin. Ji hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2024'an û vir ve li 10 şaredariyan darbeya qeyûm hate kirin. Ev jî şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Bajarê Mezin ê Mêrdînê, Êlih, Xelfetî, Dersim, Pulur, Miks, Akdenîz û Sêrt e. Li dijî darbeya qeyûm gel jî xwedî li îradeya xwe derdikeve.

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş anî ziman ku ji dema desteserkirina şaredariyê û vir ve ew çalakiyan dikin û destnîşan kir ku her roja Înê wê li dijî qeyûm çalakiyan bikin.

Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş axivî.

Şaredarî veguhertine qereqolê

Sofya Alagaş diyar kir ku hefteyeke ew li ber şaredariyê çalakiyê dikin, her roja Înê wê li ber avahiya şaredariyê bin û got, "Ne tenê bi daxuyaniyan, bi çalakiyên cuda jî em ê qeyûm teşhîr bikin. Em ê hemû karên nelirê û bêûsil ên qeyûm teşhîr bikin. Em ê li mala xwe rûnenên û nehêlin bêhn bê ber wan. Êdî em ê her gava wan teşhîr bikin. Ji xwe her gaveke wan bêhiqûqî û desteserkirina maf e. Hebûna wan a li wê derê bi xwe desteserkirina maf e. Mînak avahiya xizmetê ya şaredariyê niha veguheriye qereqolê. Êdî ne avahiyeke xizmetê ye. Li hewşa wê wesayitên binçavkirinê û hêzên polîsan hene. Mirovekî li wê derê binihêre ne avahiya xizmetê, lê qereqolê dibîne. Bi vî rengî tu yê çawa xizmetê ji mirovan re bike? Em ê nehêlin bêhn bê ber wan."

ANF/SÊRT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.