• Şaredera Parîsê Anne Hidalgo, ji endamên partiya xwe ya Sosyalist ji sedî 72 piştgirî girt û bû namzeta serokkomariya Fransayê

Şaredera Parîsê Anne Hidalgo, ji endamên partiya xwe ya Sosyalist ji sedî 72 piştgirî girt û bû namzeta serokkomariya Fransayê

Şaredara Parîsê Anne Hidalgo du deman li ser hev wekî şaredar hatiye hilbijartin û endama Partiya Sosyalist (PS) e. Ew niha fermî ji bo hilbijartinên serokatiya Fransayê yên 2022’an bû namzeta partiya xwe PS´ê.

Anne Hidalgo got, “Ji bo dahateke baş ji zarokan re dabîn bikim, dibim namzet.” , Anne Hidalgo di hilbijarina destpêkê ya partiya xwe ya roja pêncşemê de ji endamên partiyê bêhtirî ji sedî 72’yê dengan wergirt û bû namzet.

Anne Hidalga li Franse bi projeyên xwe yên serketî tê nasîn. Di heman demê de Anne Hidalgo li dijî guhertina avhewayê, ji bo kêmkirina berdana atmosferê ya gazên tesîra serayê dikin di Cotmeha 2005’an de li Londonê di tevna C40’ê ya hemû paytextên cîhanê de erka rêveberiyê da ser milên xwe.

PARÎS