Sansurên li Ewrûpa ji ên Çînê xerabtir in!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:51

Hunermendê hevçax yê Çînî Ai Weiwei ku beriya hefteyekê pêşangeha wî hatibû betalkirin, sansura li Ewrûpa şiband zextên siyasî yên li Çînê. Ew zextên di dema “Şoreşa Çandî” ya Mao Zedung de pêk dihatin. Heta wî got ku hin caran sansurên li Ewrûpa ji ên li Çînê jî xerabtir in!

Ai Weiwei ku ji ber zextên siyasî û sansura li ser nikare here Çînê got; “Di van salên dawî de nexasim jî li Ewrûpa, hunermend ji ber nihêrînên xwe tên sansurkirin. Hinek ji wan jî ji kar tên avêtin. Kesên ku ne ji wan bin ji holê radikin. Pêşî li Ewrûpa, paşê li zanîngehan û her wiha li ser medyaya civakî zextên bi vî awayî pêk tên. Ev yek min aciz dike.”

Ai Weiwei hunermendên Rojavayî jî rexne kir û got; “Ew ji bo azadiya xwederbirînê qet hewl nadin. Ew tenê li pereyan digerin û dixwazin bibin kesên navdar.”

Ai Weiwei di meha Mijdara 2023’an de li ser tweeterê gotibû ku “Lisson Gallery” pêşangeha wî ya solo betal kiriye. Gallery ji ber ku di derbarê şerê Filistîn û Îsraîlê de axivîbû pêşangeha Ai Weiwei betal kiribû. Ai Weiwei got ku wî tenê li ser tweeterê axiviye û hewl daye bersiveke kesekî bide.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.