Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya Çile eşkere kir.
Li gorî bernameya şanoyê di nava Çile de 8 lîstik wê derkevin ser dikê. Ji xeynî lîstikên Şonaya Bajêr a Amedê her wiha çend lîstikên ku ji derveyî bajêr tên jî hene.
Lîstikên ku di nava mehê de wê derkevin ser dikê ev in; Mirina Jeanne D’Arcê Ya Din, Çinûr, Morî, Dek û Dolabên Scapen, Ceyran, Vewremerdim û Qral û Travis.
Lîstika bi navê “Vewremerdim” lîstikeke zarokan e û zarok wê karibin bê pere li lîstikê temaşe bikin.
AMED