
Di çarçoveya çalakiyên 1ˊemîn Mîhrîcana Şanoya Zarokan a Hêvî de ku Tevgera Çand û Hunerê bi hevkariya Şanoya Çiya û Tevgera Hîlala Zêrîn bi diruşma "Şano bi zimanê dayikê xweş e" li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar dixe, Koma Baronyan a Ermenî ji Hesekê tev lê bû. Komê şanoya bi navê "Bîra bi Sêhr û gencîniya sozdayî" di mîhrîcanê de pêşan da.
Di pêşandanê de pênc lîstikvanên zarok û ciwan beşdar bûn, lîstik ji hêla Heros Mardikian ve hatiye nivîsandin, ji hêla Avid Shoukian ve hatiye derhênerkirin û ji hêla Mekerdich Katanjian ve hatiye çavdêrîkirin.
Peyameke perwerdehiyê ji bo zarokan
Bûyerên şanoyê li ser gundekî ku mirovên sade(besît) lê dijîn in. Xerîb digihîjin gund, gotegotên xezîneyên veşartî li herêmê belav dikin. Ev yek dibe sedema dabeşbûnê di navbera gundiyan de; hin kes baweriya xwe bi çîrokê tînin û li pey xeyalê diçin, hinên din jî bi aqilane nêzî wê dibin, hewl didin ku niyeta rastîn a xerîban aşkera bikin û di dawiyê de di têkbirina plana wan de bi ser dikevin. Şano ji bo zarokan peyameke perwerdehiyê hildigire, wan teşwîq dike ku nekevin pey gotegotan an jî bi korî baweriyê bi xerîban neynin û beriya nîşandana tu helwestê girîngiyê dide fikirîn û analîzekirinê.
Lîstikvan Ivana Abramyan têkildarî mijarê got: "Me di dema provayan de gelek zehmetî kişandin, nemaze bi germahiyên bilind ên vê havînê. Lê gava em derdikevin ser dikê û têkiliya zarok û temaşevanan dibînin, em hemû westandina xwe ji bîr dikin, ji ber ku armanca me ya sereke ew e ku em peyama xwe bigihînin kesên amade." Ivana wiha berdewamî da gotina xwe: "Ji bo min, şano ne tenê sehneyek û temaşevan e; ew ruhek e ku hêz û motîvasyonê dide min ku ez berdewam bikim. Em serbilind in ku em komek zarok û ciwanan in ku hewl didin armancek hevpar pêk bînin."
Civak û zimanên cuda hatin ba hev
Çavdêrê pêşandanê Mekerdich Katanjian jî got ku bi armanca belavkirina kêfxweşiyê di nav zarokan de, gihandina peyamên perwerdehî û mirovî yên ku ew dikarin jê sûd werbigirin, kom dixwaze beşdarî festîvalên çandî û hunerî bibe. Katanjian diyar kir ku pirrengiya mîhrîcanê yek ji xurtbûna wê yên herî mezin e û wiha li gotina xwe zêde kir: "Vê mîhrîcanê civak û zimanên cuda anî cem hev û bi ziman an çandekê ve sînordar nebû. Em wekî tîmeke Ermenî, bi zimanê Erebî pêşandanê dikin da ku peyama me bigihîje her kesî û bi beşdariya xwe em piştrast dikin ku gel û civakên Sûriyeyê ji bo jiyana hevbeş û hevkariyê, dûrî parçebûnê dikarin bixebitin."
7 komên şanoyê beşdarî mihrîcanê bûn
Katanjian destnîşan kir ku amadekariyên ji bo performansê nêzîkî 2 meh û nîvan dom kir, perwerdehiya zêde di warê elokûsyon, şanogerî û jiberkirina senaryoyan de hatin dayîn, nemaze ji ber ku hin beşdar cara yekem derdikevin ser dikê. Katanjian di dawiyê de got: "Şano tekane zimanê ku dikare çand û peyamên me bi awayekî rasterast û bi bandor bigihîne cîhanê. Em her gav hewl didin ku karê xwe pêşve bibin û di bûyerên pêşerojê de çêtirîn pêşkêş bikin."
7 komên hunerî ji bajarên cûda yên Cizîrê beşdarî mîhrîcana ku di 16 û 17ˊê Hezîranê de hat lidarxistin, bûn.
BERFÎN ROJ-ANHA/QAMIŞLO







