‘Şano Ar’ li şanoyên Kurdî zêde bû

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Mijdar 2023 - 00:28

Komeke nû ya şanoyê li şanoyên Kurdî zêde bû. Koma ku navê xwe daniye “Şano Ar” ragihand ku wan li Êlihê ev kom damezirandiye û komê da zanîn ku ew ê di demeke nêz de şanoya xwe ya bi navê “Qral û Travîs” derxin ser dikê.

Şano Ar ji bo armanca komê got; “Armanca me ew e ku şanoya Kurdî bi çîrûska Şano Arê gur û geş bibe. Em bi vî awayî mizgîniyê didin temaşevanên şanoyê yên Kurdî.”

Şano Ar wê cara pêşî bi lîstika “Qral û Travîs” a nivîskar Sam Bobrick derkeve hemberî temaşevanan. Derhênerê lîstikê Yakup Selîmoglu ye. Her wiha şanogerên Kurd Bahoz Ozsunar û Deniz Ozer jî weke lîstikvan cih digirin di vê lîstika şanoyê de.

ÊLIH 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.