Şaneşîneke alternatîf ji bo şanoya Kurdî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 17 Cotmeh 2023 - 16:55

Şaneşîn Performans hewl dide ji bo her parçeyekî Kurdistanê bi dirûşma “Ji Çaran yek” lîstikekê amade bike. Komê ji bo Rojhilatê Kurdistanê lîstika bi navê “Înfaz” amade kir û li ser dika xwe ya li Mêrdînê nîşanî şanohezan da.

Ji Ajansa Mezopotanyayê (MA) Ahmet Kanbal bi endamê Şaneşîn Pefromansê Şêrko Janzêm re peyiviye û wî gotiye: “Li Mêrdînê hol nebû. Şaredariyê û zanîngehê jî hola xwe nedida me. Holên taybet jî gelekî biha bûn. Li ser vê yekê em jî rabûn me ev sehneya xwe çêkir. Em ê li vir cih bidin sinemaya alternatîf jî. Em ê li vir cih bidin çalakiyên çand û ziman jî.”

Janzêm da zanîn ku wan lîstika “Înfaz” di çarçoveya “Ji çaran yek” de diyarî Rojhilatê Kurdistanê kiriye û wiha peyivî: “Penceşêr behsa kolonyalîzmê dike. Me hewl da em qala Bakur bikin. Paşê şoreşa li Rojhilat xwe da der û me hewl da em behsa şoreşa li wir bikin. Belkî kêmasiyên me hebin, lê dîsa jî me hewl da em behsa wir bikin. Em ji bo kurd û Kurdistanê şanoyê dikin. Em ê her çar lîstikên xwe amade bikin û em ê bibêjin 4 parçe yek in.”

MÊRDÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.