Rûsyayê fermî 4 herêm tevli axa xwe kirin

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 6 Cotmeh 2022 - 02:25

  • Pûtîn, biryarnameya têkildarî tevlîkirina 4 herêmên axa Ukraynayê li ser axa Rûsyayê, îmze kir.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Pûtîn, biryarnameya têkildarî tevlîkirina 4 herêmên axa Ukraynayê li ser axa Rûsyayê, îmze kir.

Vladimir Pûtîn oblastên (wilayetên) Lûhansk, Donetsk, Zaporijya û Hersonê ku teqabûlî bêhtirî ji sedî 15’ê xaka Ukraynayê dike, tev li axa Rûsyayê kiribû. Pûtîn, biryarnameya têkildarî tevlîkirina 4 oblastên axa Ukraynayê li ser axa Rûsyayê û pêjirandina rêveberiyên ku Moskovayê tayîn kirine, îmze kir.

Bi biryarê, herêmên Donetsk, Lûhansk, Herson û Zaporijya bi awayekî fermî weke “Li gorî destûra Federasyona Rûsyayê di nava Rûsyayê de ne” hatin qebûlkirin.

Bi biryarê re bêhtirî ji sedî 15’ê axa Ukraynayê hate dagirkirin.

Serokdewletê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy, biryar weke ne lê ragihand.

 

Wêne: Natalia KOLESNIKOVA / AFP

 

MOSKOV

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.