Rûspiyên Reqayê: Hevgirtin pêwistî ye
În 15 Mijdar 2024 - 02:05
Rûspiyên êlên Reqayê diyar kir ku li hember êrişên dewleta tirk a dagirker hevgirtina civakî bûye pêwîstiyeke lezgîn û gotin:” Ew bi van êrişan dixwazin tevna herêmê parçe bikin. Demografiya wê biguherin, lê bi ser nakevin. Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve, xwedî ramaneke azad û demokratîk e. Dijminên azadî û demokrasiyê her tim dixwazin wê tune bikin."
Hevgirtina civakî ya di navbera gelên herêmê de rêgezeke bingehîn a pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji ber ku hezkirinê û xwişk û biratiyê di nava pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen de xurtir dike.
Rûspiyên Reqayê têkildarî mijarê axivîn.
Tu cudahî di navbera me de tune ye
Rûspiyê êla El Sabxa ya kantona Reqayê şêx Tirkî El Sewan got: "Sûriye welatê pêkahteyan û kêmneteweyan e. Ji sedema bavê û kalên me ve em jiyaneke hevbeş dijîn. Tu cudahî di navbera Kurd, Ereb û êzidî de nîn e. Em bi hev re wekhev dijîn."
El Sewan diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevgirtina civakî ya di navbera pêkhateyên herêmê de xurtir kir û komployên hêzên herêmî di serî de dewleta tirk têk bir.
Xwestin Rêveberiya Xweser têk bibin
El Sewan wiha domand: "Ji destpêka avakirina Rêveberiya Xweser ve komplo dest pê kirin. Hem rejîma Sûriyeyê hem dewleta tirk xwestin rêveberiyê têk bibin. Dewleta tirk jî ji bo ku vê armancê bi dest bixe, gelek herêman ji Efrînê bigire heta bigihêje Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."
El Sewan ev li gotinên xwe zêde kir: "Gelê herêmê komployên li dijî wî tên kirin baş nas dike. Ew bi Rêveberiya Xweser, neteweya demokratîk, jiyana hevbeş û biratiya gelan re ye."
El Sewan bang kir ku li hember êriş û şeran divê xwedî li Hêzên Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser derkevin.
Hevgirtin pêwistî ye
Rûspiyê êla El Bû Esaf a Reqayê şêx Hemed El Qerace got: "Bi gelemperî herêmên me bi awayekî hovane têne hedefgirtin. Êrişên herî dijwar sala 2019`an bû dema dewleta Tirk êriş kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin."
El Qerace wiha domand: "Ew bi van êrişan dixwazin tevna herêmê parçe bikin. Demografiya wê biguherin, lê bi ser nakevin. Rêveberiya Xweser ji destpêkê ve, xwedî ramaneke azad û demokratîk e. Dijminên azadî û demokrasiyê her tim dixwazin wê tune bikin."
Di dawiyê de El Qerace got: "Hevgirtina me ya civakî ji serdema bav û kalan ve berdewam e. Li hember komplogeran û êrişên dewleta tirk a dagirker, hevgirtina civakî pêwîstiyeke lezgîn e."
ANHA/REQA