• Pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî Prof. Norman Paech bal kişand ser bêdengiya Ewrûpayê ya li pêşberî tecrîda li Îmraliyê û got, ”Îmrali ji aliyê hiqûq û mafê mirovan ve rûpela herî tarî ya Ewrûpayê ye.”

Zanyarê Elman Prof. Norman Paech ê pisporê siyaset û hiqûqa navneteweyî ku rewşa Rêber Apo ji nêz ve dişopîne, li ser tecrîda li Îmraliyê ji Ajansa Nûçeyan ANFʼê re axivî. Prof. Norman Paech ku gelek caran bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got, ”Demeke ewqasî dirêj dîlgirtina mirovekî hêja yê mîna Ocalan, her wiha tecrîdkirina wî bi rengekî dijwar, sûcekî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Bêguman di vir de rola Ewrûpayê gelekî girîng e, ji ber ku di serî de Elmanya, welatên Ewrûpayê bi israr gotin ku ti karekî wan bi têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd re nîne. Ewrûpa ku di parçekirina Kurdistanê de rola xwe heye, her wiha para xwe di bingeha vê pirsgirêkê de heye, li şûna ku bi Kurdan re tevbigere ku Kurd têkoşîneke rewa dimeşînin, rabû bi rejîma Erdogan re sûc kir ku ev rejîm mîna rêxistineke sûc e. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin, baştir tê fêhmkirin bê çima Birêz Ocalan hîn jî girtî ye.”

Elmanya bûye şirîkê sûc

Prof. Norman Paech destnîşan kir ku girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêber Apo lê tê girtin û sîstema tecrîdê ya li wê derê, ji aliyê siyaseta mafê mirovan û hiqûqê ve ji bo Ewrûpayê rûpela herî tarî ye û got: ”Ev rewş di heman demê de ji bo Elmanyayê jî bi vî awayî ye. Sîstema Îmraliyê ji bo siyaseta mafê mirovan û hiqûqa Elman rûpela herî tarî ye. Heman Elmanya û Ewrûpayê, siyaseta êrişkar a Erdogan, dagirkirin û talankirina Efrînê, dagirkirina Rojava û êrişa li ser Başûrê Kurdistanê ji nedîtî ve hatin. Bêguman ev siyaseta Erdogan li paytextên Ewrûpayê li pêşiya raya giştî timî tê rexnekirin, lê belê di pratîkê de tiştek nayê kirin û Erdogan gav bi gav bêperwa dibe. Sedema vê hevkariya dewleta Tirk û welatên rojavayî; beriya her tiştî ew e ku Tirkiye welatekî endamê NATO’yê ye û şantaja Erdogan a bi rêya penaberan dike. Di vir de nakokiyeke mezin heye; ji ber ku şerê dibe sedema rûdana pêla penaberan bi piştgiriya hêzên rojavayî tê kirin. Piştre jî ji bo penaber neyên welatên rojavayî, serî li ber gefên Erdogan tê tewandin.”

Fikrên Rêber Apo pêk tên

Prof. Paech bi bîr xist ku cara pêşî 1996ʼan li Şamê bi Rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye û got, ”Di wê hevdîtinê de li ser mafê statuyê yê Kurdan ê li Rojhilata Navîn me nîqaşeke berfireh kiribû. Di vê hevdîtinê de wî gotibû ku Kurd li nava sînorên dewletên cuda ne, lewma li şûna avakirina Kurdistanê qala fikra federasyoneke gelan a li Rojhilata Navîn dikir. Diyar kiribû ku tenê bi federasyoneke wiha Kurd û gelên din dikarin bi rengekî azad û wekhev bijîn. Anîbû ziman ku federasyonek dema bi perspektîfa aştiyane bê nirxandin, hingî sînorên mêtinger ên berê wê bi demê re ji holê rabin û bi vî rengî wê mafên gelan hemûyan ên li herêmê misoger bibin. Piştî bi salan ev proje li Rojava kete pratîkê û rêveberiyeke demokratîk li wir ava bû ku gelên li herêmê bi rengekî wekhev cihê xwe di nav de digirin. Ev sîstema ku li ber fikrên Ocalan ava bû, heta niha hewldana yekemîn û ya destpêkê ye. Lewma dibe hedefa êrişên dewleta Tirk. Bêdengiya cîhana rojavayî jî bi dîtina min ji aliyê mafê mirovan û demokrasiyê ve birîna herî giran a welatên rojava ye.”

Azadiya wî azadiya gelan e

Di dewama axaftina xwe de Prof. Paech destnîşan kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan wê li Rojhilata Navîn pêşî li pêvajoyeke nû veke û got, ”Bi dîtina min azadiya wî wê hikumetên li herêmê hemûyan demokratîk bike, wê pêşî li jiyaneke wekhev û azad a hemû gelan veke.”
Prof. Norman Paech, îşaret bi xeta aştî û demokrasiyê ya Ocalan kir ku bi salan diparêze û got: ”Ev sekna wî ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo gelên Rojhilata Navîn hemûyan gelekî hêja ye.”

NAVENDA NÛÇEYAN