DAÎŞ rojên dawî li gelek herêmên Sûriyeyê ji nû ve derkete ser rûyê erdê û dest bi êrişan kir. Ev êriş bûn sedem ku ev pirs bên kirin: "Gelo DAÎŞ ji nû ve vedigere", yan jî "Hêzên li qadê, ji bo tehdeyê li hev bikin DAÎŞ'ê bi kar tînin?" Rojnamevan Ersîn Çaksû van pirsan dixe ber lêpirsînê û di çarçoveya hin agahiyan de li şiroveyên rojnamevan Siyamend Elî û Nazim Deştan guhdarî dike.

DAÎŞ'ê li Sûriyeyê li wîlayetên Dêra Zor, Reqa û Hamayê, li Iraqê jî li wîlayetên Kerkûk, Bexda û Enbarê carna hucreyên xwe xiste nava tevgerê. Rojên dawî li Sûriyeyê jî êrişên xwe zêde kiriye.

Ji Kanûna 2020'î û vir ve li Dêra Zorê 8, li Reqayê 8, li Hamayê 10, li Humsê 5 û li bejahiya Helebê jî 2 caran êriş kir.

Di roja dawî ya sala 2020'î de DAÎŞ'ê êrişa xwe ya herî giran li ser rêya Palmîra û Dêra Zorê kir. Di vê êrişê de ku li dijî konvoyeke leşkerên rejîmê hate kirin, herî kêm 28 leşkerên rejîmê hatin kuştin.

Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, rojên dawî li çola Hamayê di êriş û bombardûmana DAÎŞ'ê de bi dehan leşker û milîsên rejîmê hatine kuştin.
Lê belê sedema herî mezin a ku ruh bi DAÎŞ'ê ve anî, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên il ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di dema êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de gelek çeteyên li kampan derbasî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin bûn.

Berdevkê Çapemeniyê yê YPG'ê Siyamed Elî li ser êrişên DAÎŞ'ê yên zêde dibin dibêje, hin hêzên li qada Sûrî, destûr dane ku DAÎŞ êrişan bike û got: “Piştî ku DAÎŞ li Baxozê hate têkbirin, bi taybetî li Bûkemalê, Dêra Zorê, Palmîra û Hamayê, komên DAÎŞ'ê man. Ya rast, hin hêzan ji bo van piştre bi kar bîne, destûr dan ku li van herêman bimînin."
Siyamend Elî, stratejiya Rûsya û Îranê ji bo girtina navendên bajaran û hiştina sahrayan ku li van deran DAÎŞʼê xwe xurt kir, û êrişên Îsraîlê li ser hêzên Îran û Sûrî weke sedemên din nîşan dide.

Rojnamevan Nazim Daştan ku rewş û bûyerên li herêmê ji nêz ve dişopîne, dibêje; “DAÎŞ ji binê erdê derdikeve ser rûyê erdê. Em vê yekê weke rewşeke gelekî mezin nebînin jî dibe ku zorê li hevsengiyan bike. Rojên bê, êrişên bi vî rengî dikare zêde bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN