• Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê miracaeta Nûçegihanên Bêsînor li dijî Îstîxbarata Derve ya Elman qebûl kir. 

Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) miracaeta Nûçegihanên Bêsînor (RSF) li dijî Îstîxbarata Derve ya Elman (BND) qebûl kir. RSF´ê ji ber ku derketibû holê, BND´ê rojnamevanên biyanî bi komî taqîb dike, berê li Elmanyayê jî doz vekiribû û di encamê de BND´ê taqîba giştî rawestandibû, yan jî qet nebe dabû zanîn ku wê ev taqîba giştî rawestandiye. 

DMME ya li Strasburgê pêr ragihand ku wê doza RSF´ê ya li dijî BND´ê qebûl kiriye. RSF BND´ê gunehbar dike ji ber ku wê e-mailên RSF´ê ji endam û hevkarên wê re û yên endam û hevkarên wê ji wê re taqîb kiriye. Bi vê yekê jî BND´ê mafê mirovan ên van kesan binpê kiriye.

Ev gava hanê weke serketina qonaxekê ya RSF´ê li dijî BND´ê ya ku belesedem rojnamevan taqîb kirine, hat nirxandin. Lewma tenê ji sedî 2´yê miracaetên li DMME´yê tên qebûlkirin. Niha bi vî rengî, hikûmeta Elman wê neçar bibe ku fermî elaqedarî mijarê îfadeyê bide. 

Rêveberê buroya Elmanyayê ya RSF´ê Christian Mihr dibêje, "Dadgehên Elman heta niha giliyên wan li dijî taqîba girseyî ya BND´ê timî bi argumana absurd ya dibêje, mexdûrbûn nehatiye piştrastkirin, red kirin. Doza li DMME´yê wê derfetê bide ku ev rewşa xirab a ne li gorî dewleta hiqûqê bê bidawîkirin."

BERLÎN