Rola şîret û gotinên pêşiyan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 5 Mijdar 2022 - 03:09

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînereke bi navnîşan "Rola şîret û gotinên pêşiyan di jiyana gelan de" da.

Di nava çalakî, xebatên fikrî û çandî ku Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî bi armanca bipêşxistina zanebûna civakê, semînerek bi navê "Rola şîret û gotinên pêşiyan di jiyana gelan de" li navenda xwe ya li rojhilatê taxa Şêxmeqsûd li dar xist.

Nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl beşdarî semînerê bûn. Endamê Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî Welîd Bekir maneya gotinên pêşiyan û şîret û rola wê di jiyana gelan de şirove kir.

Bekir got, şîret û gotinên pêşiyan bi lez ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin ji ber ku kurt in, bilêvkirina wan xweş e û xwedî maneyên kûr in û dikarin wergerînin zimanên din.

Her wiha gotinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê, exlaq, kesayet, lehengî, hezkirin û Kurdistan, welat, gel û jiyanê de jî wî bi bîr xistin.

ANHA/HELEB

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.