- Hejmara nû a kovara “Folklara Me” ya mehên Adar, Nîsan û Gulanê çap bû. Kovara “Folklora Me” ji hêla Weqfa Mezopotamyayê sê mehan carekê tê derxistin.
Hejmara nû a kovara “Folklara Me” ya mehên Adar, Nîsan û Gulanê çap bû. Kovara “Folklora Me” ji hêla Weqfa Mezopotamyayê sê mehan carekê tê derxistin.
Di hejmara 11’an ya kovarê da “Meseleyên Xoce Nesredîn”, “Çend Serpêhatîyên Elîyê Gulêyî”, “Hin Îdyomên Erxenîyê-2”, “Metelokên Bûk û Xasîyan ji Devera Qelqelîyê”, “Hinek Bawerîyên Gelî ji Anatolîya Navîn” û "Lîstika Gumbila Gumbil” hin nivîsên vê hejmarê ne.
Herweha pirtûka bi navê “Çîrokên Kurdî”yê ku xebateka berhevkarîyê ye ji alîyê Evîndar Şevînê ve hatîye nirxandin. Nûredîn Vûral çend tiştanokên balkêş ên herêma Erxenîyê berhev kirine. Hîkmet Yildiz jî çîroka bi navê “Cûcik”ê ji herêma Colemêrgê berhev kiriye. Digel van wekî hemû hejmaran, xaçepirsek li ser folklorê jî tê da heye ku Oktay Altûn a-made kirîye.
NAVENDA NÛÇEYAN