- ‘‘Em ê her warê jiyanê bi vê mebestê birêxistin bikin. Mebesta esasî ya van xebatan dê bibe azadiya Ocalan û em ê daxwazên gel birêxistin bikin. Ji ber ku rojeva gel, tecrîd e.’’
Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan, weke sedema bingehîn a çaresernekirina pirsgirêkên siyasî û aborî yên Tirkiyeyê tê nîşandan. Tevî nerazîbûnan hemûyan jî tecrîda li ser Ocalan bi israr tê dewamkirin. Ocalan ku destûr nayê dayîn bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, herî dawî di 25’ê adara 2021’ê de bitelefonê bi malbata xwe re bi kurtî axivî bû û gotibû, divê hevdîtin jî hiqûqî bin û ew hevdîtina korsan a bi telefonê jî proesto kiribû. Têkildarî mijarê, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Hayrettîn Altun ji Ajansa Mezotopmyayê re axivî û da zanîn ku yek ji rojevên wan ên sereke, azadiya Ocalan e û ew ê ji bo vê rojevê, di her warî de û li her meydanê xebatan bikin.
Hêzên navdewletî
Altun, anî ziman ku daxwaza ji bo azadiya Ocalan zêde dibe û nayê qebûlkirin ku di rewşeke wiha de tecrîd bê girankirin. Altun da zanîn ku bingehê israra dewamkirina tecrîdê, çaresernekirina pirsgirêka Kurd e û wiha peyivî: “Derdorên demokrat ên Tirkiyeyê hemû jî dixwazin ku Ocalan bê berdan. Lê belê dewlet di çaresernekirina vê pirsgirêkê de israr dike. Hêzên navdewletî jî vê tecrîdê erê dikin.
Perspektîfên ku Ocalan bi pêş xistine, zêde li xweşiya van hêzên serdest naçe. Ji ber ku ev perspektîf, li pêşiya hêzên ji aloziya Rojhilata Navîn sûd digirin, astengî ye. Ev hêzên navbirî, Ocalan ji bo xwe weke astengiyekê dibînin. Fikra Ocalan a konfederalîzma demokratîk, dê dawiyê li van hêzên serdest bîne.”
‘Tecrîd astengiya li pêşiya demokrasiyê’
Di dewamê de Hayrettin Altun bi bîr xist ku bingehê têkoşîna gelê Kurd a îro, nihêrînên Ocalan e û wiha pê de çû: “Ji bo ku ev nihêrînên Ocalan di pratîkê de pêk neyên, polîtîkayên cuda tên meşandin. Yek ji van rêbazan jî tecrîd e. Lê vê tecrîdê, desthilatdariya AKP û MHP’ê ber bi aloziyeke mezin ve bir. Polîtîkaya wan, welêt ber bi têkçûna aboriyê ve bir. Ji bo jiyaneke demokratîk a li Tirkiyeyê, divê teqez tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe. Ji ber ku bingehê pirsgirêkan ev e. Ji pereyê bo şer tê xerckirin heta bi pirsgirêkên li girtîgehan, ev pirsgirêk tev jî girêdayî hev in. Di dema pêvajoya çareseriyê de gelên Tirkiyeyê bi aramî dijiyan. Tecrîd, li pêşiya demokrasiya Tirkiyeyê astengiyeke mezin e.”
‘Rojeva gel tecrîd e’
Hevserokê DBP´a Amedê, Hayrettîn Altun got, di kongreya partiyê ya li Enqereyê de jî rojeva sereke tecrîdkirina Ocalan bû û axaftina xwe wiha qedand: “Xebatên me yên ji bo rakirina tecrîdê dê di rojên pêş de jî bidomin. Ji bo rakirina tecrîdê, em ê xwe li taxan birêxistin bikin û bi gel re, bi hev re hewl bidin. Bi Newrozê re jî ev hewldana me dê bandorê li her warê jiyanê bike. Bi vê sedemê dê mîtîng bên lidarxistin û meş û çalakî bên kirin. Em ê her warê jiyanê bi vê mebestê birêxistin bikin. Mebesta esasî ya van xebatan dê bibe azadiya Ocalan û em ê daxwazên gel birêxistin bikin. Ji ber ku rojeva gel, tecrîd e.”