Kurd û dostên wan li dijî êrişên dagirkeriyê yên deweleta Tirk li bajarên Elmanyayî Dusseldorf, Stuttgart, li bajarên Swîsreyê Luzern, Cenevre, Lozan, Basel, Solothurn û Wintherthurê daketin meydanan û gotin: “Em têkoşîna xwe ji bo şehîdên Kurdistanê geş bikin û nehêlin ev al bikeve erdê.”

Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Hezîranê, bi êrişeke tirsonek a bi dronên bi çek,  Hevseroka Kantona Qamişloyê Yusra Derwêş, cihgira wê Leyman Şiwêşa û ajokarê wesaîta wan Firat Tûma qetil kirin. Li hemberî vê hêrsa Kurdên li Ewrûpayê jî rabû. Çalakî nexasim jî li Swîsreyê hatin lidarxistin. 

 

Elmanya û Ewrûpa hevparên komkujeran in

Kurd û dostên wan li ser banga Tevgera Jinên Kurd a Ewrûpayê (TJK-E) li Dusseldorfê hatin ba hev, êrişên dewleta Tirk ên bi dronên biçek şermezar kirin.

Li stasyona trênan a serek (Hauptbahnhof) mîtîng hat lidarxistin. Nûnera Kongra Starê Çîçek Dêrik li mîtîngê got, dewleta Tirk bi van êrişan sûcên li dijî mirovahiyê dike, lê Ewrûpa û nexasim Elmanya bi bêdengiyê şirîkê sûc in.

Li Stuttgartê jî, êrişa dewleta Tirk bi mîtîngekê hat protestokirin. Mîtîng li Meydana Kobanê hat lidarxistin. TJK-E’yê bi Elmanî daxuyanî da. 

Di dema çalakiyê de dirûşmeyên “Erdoganê terorîst”, “Elmanya fînanse dike, Tirkiye dide ber bombeyan”, “Şehîd namirin”, “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Êrişên bi dronean ên li dijî Rojava rawestînin” hatin gotin.

 

Em ê Rojava biparêzin

Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên beramberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li 5 bajarên Swîsreyê jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Li ser bangên CDK-S û YJK-S´ê Kurdan û dostên wan li Lozan, Basel, Cenevre, Solothurn, Wintherthur û Luzernê meş û mîtîng li dar xistin. wan got, ew ê Rojava biparêzin.

Li Lûzernê, li Bahnhofplatzê çalakî çêbû. Siyasetvan Mûsa Farisogûllari di çalakiyê de got, “Em têkoşîna xwe ji bo şehîdên Kurdistanê geş bikin û nehêlin ku ev al bikeve erdê.”

Diu daxuyaniya organîzatoran de hat gotin, “Rêya şoreşa Kurdistanê tenê bi têkoşînê dê were çêkirin.”

 

Bêdengiya navneteweyî jî rûreş kirin

Li paytexta Belçîkayê Brukselê jî Kurdan û dostên wan dewleta Tirk a dagirker ji ber sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê rûreş kir. Çarşemê êvarê Kurd û dostên wan li ber gara trenê ya navendî ya Brukselê kom bûn û dewleta Tirk şermezar kirin. Di çalakiyê de pankarteke ji wêneyên hersê şehîdan hate hildan û dirûşmeyên "Erdoganê terorîst, "Erdoganê” dîktator û "Şehîd namirin" hatin gotin. Çalakgeran ne tenê êrişên dewleta Tirk, lê her wiha bêdengiya civaka navneteweyî jî şermezar kir.

 

NAVENDA NÛÇEYAN