Rojava şehîd Argeş Serhed oxir kir

În 22 Tebax 2025 - 03:47

Kedkarê ragihandina azad Argeş Serhed ku sala 2019`an li herêma Metînayê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dema ku bi erk û wezîfeya xwe radibû di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de bi giranî birîndar bûbû. Ji bo dermankirinê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û li vê derê dema ku dihate dermankirin 10'ê Tebaxa 2025'an şehîd bû. Şehîd Argeş Serhed li bajarê Qamişlo bi merasimeke girseyî hate oxirkirin. Gel, saziyên ragihandina azad, endamên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Saziya Malbatên Şehîdan, saziyên Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê, tev li merasîmê bû. Tabûta cenazeyê şehîd Argeş bi kesk, sor û zer, gulan hat xemilandin. Ji ber keda wî ya di ragihandina azad de kamerayek li ser tabûta wî hat danîn. Dayîkên Qamişlo bi diruşmên “Şehîd namirin”, “Sond dixwin bi xwîna we ey şehîdên bê mirin”, berz kirin. Gaziyên şer û xebatkarên ragihandinê tabûta şehîd li ser milan derbasî Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan kirin. Bi sedan gel, gaziyên şer û xebatkarên ragihandinê li goristanê, karwanê cenazeyê şehîd bi diruşmên “Şehîd namirin” û sembola serkeftinê pêşwazî kirin.

Merasîm bi rêzgirtinê li ser giyanê pakrawanan dest pê kir.

Endamê Saziya Malbatên Şehîdan û bavê şehîd Yilmaz, Şêro Şero di kesayeta şehîd Argeş de tevahî şehîdên azadiyê bîr anî û got:“Heta ku gelê Kurd xwediyê van şervanan û şehîdan be wê bi bin nekeve, wê li hemberî şerê taybet ser bikeve.”

Piştre Endamê Rêveberiya Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Laleş Êzîdî got:“Heval Argeş hevalek girêdayî Rêber Apo ma. Soz da şehîdan û li ser wê meşiya.”

Wî ti carî bi asayî jiyan nekir

Şêwirmendê Yekitiya Ragihandina Azad Bunyad Cizîrî, şehîd bi bîr anî û ji malbata şehîd re sersaxî xwest û got:“Heval Argeş zanîngeheke baş xwendibû, dikarî jiyaneke asayî bijî. Lê ji bo gelê xwe, Rêberê xwe asayî jiyan nekir.” Bunyad Cizîrî behsa ked û têkoşîna şehîd Argeş kir û got: “Em ê jî weke Yekitiya Ragihandina Azad em ê nehêlin pênûsa wî li erdê bimîne û em ê xebata wî bidomînin”. Endamê Kongra Îslama Demokratîk Umar El Qadirî jî şehîd bîr anî û got:“Em ê li ser soza xwe bin, em ê xwedî li axa xwe derkevin û li ser rêya heqiyê bin”. Piştre wesîqeya şehadeta şehîd hat xwendin û li ser navê malbatê hevalên wî xebatkarên ragihandinê wesîqeya şehîd girtin. Dûre girseyê cenazeyê şehîd Argeş Serhed spart axê.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.