Hunermendê Ingilîzî Matt Dixon, li dinyayeke xeyalî ya bê mirov robotên di nav xwezayê de yên ku bi tena serê xwe digerin, bi awayekî dîjîtal xêz dike. Robotên Matt Dixon robotên piçûk û xweşik in û berê mirov didin dinyayeke xeyalî ya ku tenê robot lê hene.

Matt Dixon, fîgûrên mekanîk ên ku zeng girtine ango robotan çêdike. Ji şûna çav, ew bi qulên gilover robotên xwe disêwirîne û ev robot bêhtir bi sewalan re têkildar in û di nav xwezayê de di geşt û gerê de ne, lê ew bi tenê ne! Ji xeynî xweza û çend sewalan, tiştek li derûdora wan nîne. Li dinyayeke xeyalî, robotên li tikûtenê bihizirin ku bê tevger û îfade ne, kesên li wan temaşe bikin û wan bibînin, dikarin di vê dinyaya xeyalî de tevlî serhatiya wan bibin û çîroka van robotan jî li gorî dinyaya xwe ya xeyalî bivezelînin û bi nihêrînên xwe, xwe jî tevlî vê tenêtiya wan bikin. 

Matt Dixon dibêje, “Gava min ev robot xêz kirin ti pîlaneke min nebû, hema wisa rojekê ji dilê min hat û min xwest robotekî dîjîtal çêkim û boyax bikim. Piştî çend mehan min dît ku gelek robotên zingargirtî yên ku min xêz kirine çêbûne û ji min re wisa hat ku ev robotên min li heman dinyayê ne.”

Matt Dixon ji me re nabêje ev robot çima li vê dinyaya xeyalî hene û her wiha em baş tê dernaxin ku ji xeynî van robotan jî zindiyên din hene yan jî tine ne. Matt Dixon vê bi qest vedişêre ji me û berê me dide ber bi nepeniyekê ve û hin tiştan zelal nake. Matt Dixon dixwaze kesên ku li wêneyan dinihêrin û li ser vê dinyaya xeyalî dihizirin, xwe tevlî çîroka robotan bikin û ew çîrokê temam bikin. Matt Dixon dibêje, “Piştî min bi van xêzên xwe ev dinya nas kir, ez li ser vê meseleyê bêhtir hûr bûm û di dawiyê de gelek wêneyên bi vî rengî derketin holê. A rast ez jî di robotan û cihên ku ew lê ne, baş bigihîjim. Ev yek li xweşa min jî diçe. Ez dixwazim nepeniyekê ava bikim di van wêneyan de ji lewre di her wêneyekî de mirov dixwaze bêhtir hin tiştan kifş bike û ev hest mirov re çêbe.”
 

NAVENDA NÛÇEYAN