- Li hemberî vê rizîna ku li ser me ferz dikin, tişta ji me re divê ruhê berxwedaniya Bendava Tişrînê ye. Bendava Tişrîn li Rojavayê Kurdistanê ye lê ruhê ku di berxwedaniya Tişrînê de pêk hat, hêviya 4 perçe Kurdistanê ye.
Ev demeke hewil didim heftane ji vê rojnameya hêja re binivîsim, li gorî vê mijara xwe ya heftane hildibijêrim, gotina xwe derbarê mijarê de tînim ser ziman û vê yekê bi hestekî giran ya ku demê xwendekar ji bo çend deqeyan be jî bi gotina xwe mijûl dikim parve bikim. Li gorî vê bi taybetî vê hefteyê dema ku li mijara nivîsa xwe difikirîm bi rastî min zehmetiyekê jiyan kir. Ji ber ku him di asta dinê de û him jî di çarçoweya Kurdistanê de bûyer, şer, berxwedanî, guhertinên siyasî û leşkeri qewimîn. Di dinê de çavê hemû aliyan li guhertina serokatiya Emerîka bû kû hemû aliyan bandora vê guhertinê ji bo xwe hewil didan ku hesap bikin. Li aliyekî din li Tirkiye û li tevahî Kurdistanê bendewariya didara heyeta Îmrali ya bi Rêber APO re bû, lê beriya vê dîdarê di encama şewateke sosret, li Tirkiye 78 kesan jiyana xwe ji dest da. Hê germahî û bêhna vê şewatê derbas nebibû lê vê carê jî li navçeyeke din a Tirkiye, avahiyek hilweşiya. Çawaniya mirinên bi sosret ji bo dîtina halê rizî yên pergala dewleta tirk hêjayê vegotinê ye.
Pergala Tirkiye riziye. Ev diyarde encameke kurt û cewherî ji rastiya Tirkiye ye. Pergalek (ku ev pergal dewleta Tirk e), hebûna xwe li ser esasê tunekirina hebûneke din (ku ev jî gelê Kurd e) dixwaze ava bike. Vê bi rê û rêbazên herî dijwar, ji derveyî exlaq û ji derveyî dahatûyeke avadan xwest pêk bîne. Lê ev bêexlaqî û bêwicdanî beriya her tiştî gelê Tirk bi xwe rizand. Kîn û nefreta li hemberî gelê Kurd her cure gendelî, bêexlaqî û talanê ji bo xwe rewa kir. Ev yek jî weke nexweşiyeke şewbê di nav gelê Tirk de belav bû. Bi rizîna pergalê civaka Tirkiye jî riziya. Encama vê rizînê rojane bi bûyerên sosret derdikevin pêşberî me. Şewatên otelan, hilweşina avahiyan, kuştina jin û zarokan, xwekuştina ciwanan, hejariya piraniya gel û hwd. weke encama vê rizînê ne.
Helbet armanca pergalê an go ya dewletê beriya her tiştî dixwest vê şewba rizînê, bi armanca dûrxistina ji hebûneke bi rûmet, di nav gelê me de belav bike. Heta astekê dikare bê gotin ku vê rizînê bi rastî belav kir jî. Bi pere, bi girtin, bi madeyên hişbir, bi destdirêjî, bi sîxûrkirin û bi hezar û yek rêbazên cûrbecûr hewil da vê rizînê pêk bîne. Xeteriya herî mezin a di nav gel de ev rizîn bû. Ji ber tê zanîn, rizîn xirabûne, ji cewherê xwe dûrketine, bêhêvîbûne, bêhêzî û xwe nenaskirine.
Di vê kêliya herî kurt a dîrokê de li hemberî vê rizînê, tişta ji me re divê xweparastina hişmendî û berxwedaniya parastina hebûn, nasname û dahatûya bi rûmet e. Û ew jî îro li Bendava Tişrînê rojane bi awayê herî lehengane tê li darxistin. Li hemberî vê rizîna ku li ser me ferz dikin, tişta ji me re divê ruhê berxwedaniya Bendava Tişrînê ye. Bendava Tişrîn li Rojavayê Kurdistanê ye lê ruhê ku di berxwedaniya Tişrînê de pêk hat, hêviya 4 perçe Kurdistanê ye.