Rêya me ronî kirin

Sêşem 2 Gulan 2023 - 15:30

  • KJK´ê ji bo fermandara şehîd Gulçiya Gabar got, wê bi têkoşîna xwe û jiyana xwe ya bi rengê derwêşane, bûye milîtana pêşeng a tevgera jinê û ji bo jineke bi tenê jî bê xweparastinê nemîne, têkoşiya.

Koordînasyona KJK'ê fermandara gerîla şehîd Gulçiya Gabar (Servet Aydin) û şehîd Pelşîn Newroz (Gulistan Orçun) bi bîr anî. Her du jî sala 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û endama Meclîsa PAJK'ê, ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Gulçiya Gabar û gerîla Pelşîn Newroz bi bîr anîn. Her du 29'ê Nîsana 2019'an di êrişekê de şehîd bûbûn.

KJK'ê got, "Şoreşa Kurdistanê bi berdêlên gelekî giran gihîşt vê astê. Di nava vê şoreşê de têkoşîna jinê îro gihîştiye wê astê ku dixwaze sedsala 21'ê bike sedsala jinê. Bêguman ti têkoşîn û destketî bêyî dayina berdêlan pêk nayên. Di encama êrişên dewleta Tirk a faşîst de yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, hevalên me Gulçiya Gabar û Pelşîn Newroz sala 2019'an şehîd bûn. Bi têkoşîn û jiyana xwe bûn ew şehîd ku rêya me ronî dikin.”

Hevrê Gulçiya bû guleke çiyayan

KJK´ê ji fermandara gerîla şehîd Gulçiya Gabar got, “Hevrê Gulçiya Gabar li bajarê serhildanê Mêrdînê ji dayik bû, bi kevneşopiya welatparêziyê ya malbatê û Mêrdînê tevlî nava têkoşînê bû. Li her bihosta xaka Kurdistanê ked da, bandor kir, xwê da, bi keda bêhempa û rêbaza xwe ya têkoşînê tevlî karwanê nemiran bû. Hevrê Gulçiya bi eşqeke mezin li çiyê meşiya, bû yek ji gulên bijarte yên van çiyayan. Ked da, xwê da, her dilopek ji xwêdana wê can da xakê, kir ku gulên nû şîn bibin.

Hevala Gulçiya Gabar ji Bakur heta Başûr, ji Başûr heta Rojava li tevahiya Kurdistanê têkoşiya, li dijî dijminên faşîst mêtinger şer kir. Di demên herî giran ên têkoşîna me de, li qadên herî zehmet ma, bêyî fikareke şexsî her tiştên xwe da têkoşîna Kurdistanê ya azad û têkoşîna jinê ya azad. Di meşa wê ya şoreşê ya 27 salan de moral û manewiyata xwe kêm nebû. Hevrê Gulçiya bi eşqeke mezin li tevahiya cîhanê nihêrî, ev eşq jî li gel wê bû dilsozî û hezkirineke mezin ji bo mirovan, jinan û hevrêyên wê. Ji xwe re kir esas ku 24 saetan bi Rêber Apo re bijî û bi cewher, gotin û çalakiya xwe her tim yek bû. Şehîd Gulçiya bi meşa xwe ya têkoşînê ya 27 salan raxist pêş çavan ku jineke şoreşger, gerîla û fermandarek divê çawa be, çawa bijî. Her tim xwest ku bersivê bide 'hesreta jinên karibin felsefe û her mijarê nîqaş bikin' ku xeyalê herî mezin ê Rêber Apo ye. Hevrê Gulçiya ku endama Konseya Leşkerî ya YJA Star û HPG'ê bû, bi têkoşîna xwe ya ku astengî nas nedikir û jiyana xwe ya bi rengê derwêşane, bû milîtana pêşeng a tevgera jinê.

Bi qasî pêşengiya artêşbûna jinê, li ser bipêşvebirina wê jî gelekî hewl da, ji bo jineke bi tenê jî bê xweparastinê nemîne, têkoşiya.”

Hevrê Pelşîn mîna pelan şîn bû

KJK´ê ji bo şehîd Pelşîn Newroz jî got, “tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû, mîna hevrê Gulçiya bi çanda welatparêzî û serhildanê ya Mêrdînê mezin bû. Xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir, jiyana rasteqîn li çiyê dît, weke gerîlayeke jin a ciwan li çiyê jinûve çêbû û mîna pelan şîn bû.

Di salvegera 4'an a şehadeta wan de em Şehîd Gulçiya Gabar û Şehîd Pelşîn Newroz bi rêzdarî bi bîr tînin, em dilsoziya xwe ya ji bo van hevrêyan nîşan didin, soza xwe dubare dikin ku ji bo pêkanîna xeyalên wan em her kêlî têbikoşin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.