Rewşa li kampê xeternak e
Şemî 3 Sibat 2024 - 01:55
EHMED SEMÎR-DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ
Fermandarê Hêzên Komando ên QSD`ê Agirî Jiyan têkildarî qonaxa sêyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku hîna berdewam e, agahî parve kirin. Agirî Jiyan got:"Operasyon hîna berdewam e, xebatên lêgerînê di nava beşên kampê de li gorî hatiye plankirin, berdewam in. Di operasyonê de ku ketiye roja 8’an, gelek mayin û çekên di bin kampê de dihatine veşartin, hatin desteserkirin û gelek çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin." Agirî Jiyan diyar kir di xebatên lêgerînê de gelek pirtûk û lênûsk hatin dîtin ku zarok û niştecihên kampê li ser tên perwerdekirin û ji wir diyar dibe ku çiqas kamp û nifşê tê de mezin dibe xeternak e û jinên DAIŞ’î vê zîhniyetê diparêzin.
Agirî Jiyan eşkere kir ku beşek ji armancên operasyonê pêk hatine û hîna berdewam e. Her wiha diyar kir ku jinên DAIŞ’î û şaneyên DAIŞ’ê di hin beşan de hewl dan bi kevir, slogan, nedana belgeyên rast û redkirina lêgerînê, xebatên hêzên leşkerî asteng bikin.
Li gorî agahiyên ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser hesabên xwe yên fermî parve dike, di beşa “muhacîran” û ya 5’an de 34 kes hatine girtin, gelek çekên sivik û cebilxane û 4 mayin hatine desteserkirin û gelek stargeh hatine dîtin.
Her wiha Agirî Jiyan eşkere kir ku xebatên lêgerînê di beşa 5’an a kampê de didomin.