Rewandiziyan kêf kir

Duşem 11 Nîsan 2022 - 22:24

  • Festîvala Rojî Rewandiz a 12´an pêr hate lidarxistin, di festîvalê de çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Festîvala Rojî Rewandiz a 12´an pêr hate lidarxistin, di festîvalê de çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Her sal roja 10’ê Nîsanê li navçeya Rewandiz a ser bi Îdareya Soranê, Festîvala Rojî Rewandiz, bi armanca nasandina çand û dîroka Rewandizê tê lidarxistin. Lê 2 salên bihurî ji ber nexweşiya ji ber vîrûsa Koronayê, festîval nedihat lidarxistin. Îsal jî ji ber meha Remezanê festîval bi şev hate lidarxistin.

Di festîvalê de gelek stran, heyranok ji aliyê hunermendan ve hatin gotin. Li rex stran û heyranokan, şano jî hate nîşandan.

Berpirsyarê Geştûguzarî ya Rewandizê, Çiya Mihemed got; “Ji ber çalakiyên di festîvalê de, bi dehan geştiyar ji bajarên cûda berê xwe dan Rewandizê û dixwazin dîrok û çanda Rewandizê nas bikin.”

Rewez Şoreş ê ciwan tevlî festîvalê bûye û dibêje, “Li Rewandizê huner dewlemend e, ciwan niha hewl didin ji bo navê Rewandiz li ser destê wan bimîne, pêşketinên zêdetir bidest bixin. Em dixwazin di warê hunerî, stran, şano û wênekêşanê de bigihin asteke baş.”

Hunermend Seîd Ehmed Rewandizî jî derbarê kêmasiyên heyî de got; “Çalakiyên di festîvalê de, weke pêwîst nebûn. Huner li Rewandizê di salên 80’yî de bi pêş ket. Niha hunermendên Rewandizê parçe bûne û her yek li bajarekî ye. Lê dema festîvalê, hunermend hev digirin û tevlî festîvalê dibin. Pêwîst bû ev festîval hîn baştir hatiba birêxistinkirin.”

ROJNEWS/REWANDIZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.