Rêveberiya Xweser 41 kes teslîmî Fransayê kirin
Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 22:48
- Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 jinên DAIŞ´î û 35 zarokên wan teslîmî rayedarên Fransî kirin.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 jinên DAIŞ´î û 35 zarokên wan teslîmî rayedarên Fransî kirin.
Wezareta Karê Derve ya Fransayê da zanîn ku wan 41 welatiyên xwe ji wargehên ku li wan malbatên gumanbarên DAIŞ´ê li wan girtîne, teslîm girtine û birine Fransayê. Ev demeke dirêj e ku Rêveberiya Xweser dixwaze Fransa 200 welatiyên xwe bibe. Di nava jinên ku Fransayê birî de endama çeteya DAIŞ´ê Emilie Konig jî heye. Ev jina hanê ya bi eslê xwe ji herêma Fransayê Brotanyayê, demeke dirêj weke keseke ku xelkê ji derveyî Sûrî dixe nav refên çeteya DAIŞ´ê dihat nasîn.
Rêveberiya Xweser gava van jinan teslîm dike, ji dewletan dixwaze wan ji ber sûcên wan dadgeh bike. Nayê zanîn ka Fransa ji bo dadgehkirina vê jinê wê dozgeran wezîfedar bike yan na?
NAVENDA NÛÇEYAN