Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî da xuyakirin ku wê biryar daye endamên çeteya DAIŞ’ê yên di girtîgehên li herêmê de dadgeh bike. Rêveberiyê wekî din xwest ji bo dadgehkirina endamên çeteya DAIŞ´ê dageheke navneteweyî jî were avakirin. Rêveberiyê bi bîr xist ku ji 60 welatan dehhezar endamên çeteya DAIŞ´ê di hepsên wan de girtî ne. Rêveberiyê bang li Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî kir da ku di tevahiya pêvajoya dadgehkirina van endamên çeteya DAIŞ´ê de alîkariyê bi wan re bikin.  

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi daxuyaniyeke nivîskî, biryara xwe ya dadgehkirina çeteyên DAIŞ’ê da zanîn û got, “Cîhanê dît ka çawa QSD`ê şerê rêxistina DAIŞ`ê ya terorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Destpêkê ji Kobanê heta Baxozê û paytexta wan Reqayê.

Vê rêxistina terorê ya navneteweyî ye gelek sûcên mezin û komkujî kirin. Hin ji wan gihaştin asta sûcên şer, kuştinasûcên li dijî mirovahiyê û bi hezaran windahî çêbûn.

Her wiha bajarên me û binesaziya wan hatin hilweşandin. Terorîstên ku ji zêdetirî 60 dewletan bi rêya xaka Tirkiyeyê û bi destek û çavdêriya hikûmeta Enqereyê ketin nav xaka Sûriyeyê.

Lê tevî vê yekê jî QSD`ê bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê ew têk birin. Me berdêlên pirr mezin dan û zêdetirî 15 hezar keç û xortên me şehîd bûn, her wiha zêdetirî 25 hezar birîndar hene.

 

Rêveberiyê doza dadgeheke navneteweyî kir

Li baregeha dawîn a rêxistina DAIŞ`ê zêdetirî 10 hezar çeteyên rêxistina terorê hatin girtin. Ew jî niha di girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Her wiha bi deh hezaran endamên malbatên wan hene ku pirraniya wan zarok û jin in û di kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ne.

Ji rojên destpêkê yên bidawîbûna şerê Baxozê (Adara 2019´an) ve û piştî wê jî Rêveberiya Xweser bang li civaka navneteweyî dike ku erka xwe di çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ`ê yên li gel wê de pêk bîne. Her wiha înîsiyatîf ji dewletên pêwendîdar û rêxistinên hiqûqî û navneteweyî re ji bo avakirina dadgeheke navneteweyî û dadgehkirineke navneteweyî, pêşkêş kir.

 

Nabe wiha dewam bike

Mayîna vê rewşê êdî wiha nabe û dadgehnekirina wan sûcdaran li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ye, her wiha mayîna wan bi vî awayî xetera li ser ewlehiyê zêde dike.

Ji ber vê yekê jî xwekerrkirina civaka navneteweyî li bangên Rêveberiya Xweser a ji bo ku dewlet welatiyên xwe wergirin, edalet ji bo mexdûran bi cih bê anîn û edaleta civakî pêk were, nabe ku bê qebûlkirin.

Ji ber vê jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara xwe eşkere kir ku endamên çeteya DAIŞ`ê yên biyanî adil dadgeh bike û zelal bike. Ev jî li gorî qanûnên navneteweyî û herêmî yên taybet bi terorê û li gorî parastina mafên mexdûran û malbatên wan tê kirin.

 

Rêveberiyê dev ji doza dadgeheke navneteweyî bernedaye

Rêveberiyê dev ji nihêrîna xwe ya girîngiya avakirina dadgeheke navneteweyî û dadgehkirina wan li gorî rêbazên navneteweyî yên taybet bi dosyaya DAIŞ`ê ya terorê, bernedaye. Em bi israr bang li civaka navneteweyî dikin da ku dadgeheke navneteweyî ava bike.

Di vê çarçoveyê de em bang li Koalîsyona Navneteweyî ya şerê li dijî terorê, Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên hiqûqê, yên navneteweyî yên peywendîdar û rêxistinên herêmî dikin da ku bi awayekî erênî beşdar bibin û destekdayînê di hemû astên dadgehkirinê de pêşkêş bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN