Rêveber Ehmed El Osman şehîd bû

Şemî 6 Çile 2024 - 04:55

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ehmed Cedû El Osman di êrişeke çeteyan de li Dêrazorê şehîd bû. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku rêveber û alîkarê yekemîn Ehmed El Cedû El Osman 3’ê Çileyê dema bi erka xwe radibû li Dêrazorê di êrişeke çeteyan de şehîd bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin:"Şehîd Ehmed ji destpêka damezirandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tevlî refên hêzên me bû, da ku ax û gelê xwe biparêze û ewlekarî û aramiyê li herêmê mîsoger bike. Şehîd Ehmed ji bo pêşxistina karê xwe di nava refên hêzên me de li pêş û jêhatî bû, ji hevalên xwe hez dikir. Şehîd Ehmed  ji bo welatê xwe her tiştê xwe feda kir ta ku tevlî karwanên nemiran bû."

Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:

Ehmed El Osman, li Hesekê jidayîk bûye, 3’ê Çileya 2024’an li Dêrazorê şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.