Reşkujiya Palme û Kurd

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 28 Sibat 2023 - 09:58

  • Divê Kurd û dostên wan ên li Swêdê bi israr ji hikûmeta heyî bixwazin, fermî doza lêbihurîna xwe ji miletê Kurd bike. Heta ev yek pêk neyê, komplo, xet û tesîra wê dê her bimînin.

SILÊMANÊ ZAXURANÎ

Hin tişt, ne tenê welê tên kirin. Olof Palme 28´ê Sibata 1986´an li Stockholmê bi reşkujiyekê hat kuştin. Serdozgeriya taqîba edlî ya bûyerê dikir, havîna 2020´an li şaşiyên dewleta Swêdê mikur hat. Yanî piştî bi bêhtirî 34 salan, hîna nû gotin, elaqeya PKK´ê bi vê reşkujiyê re nîne. Lê tevî ku navê kujerekî hingê ji mêj miribû jî eşkere kirin, hêzên li pişt wî eşkere nekirin. Yanî, esas wan reşkujî bi xwe jî rohnî nekir.

Serdozgerê Stockholmê Krister Petersson Tîrmeha 2020´an got, îsbat bûye ku Stig Engström, Olof Palme kuştiye. Lê Stig Engström beriya bi 20 salan miribû û ji ber wê jî wan dosyaya dozê girtiye. 34 salan tesîrên vê komploya li dijî miletê Kurd, gelekî xirab bûn. Ji qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê heta bi krîmînalîzekirina daimî ya li dijî Kurdan û nijadprestiya sazûmankirî ya li gelek dewletan li dijî Kurdan, xwe disipart vê tohmetê. Tohmet çû, lê zerarên gihiştin miletê Kurd man, îro jî dewam dikin.    

Ka bibêje PKK´ê kir!

Bifikirin, 3´yê Gulana 1998´an jî yanî bêhtirî 12 salan piştî reşkujiyê, kovara Spiegel a Elman gava ku bi Elî Qazî re hevpeyvîn kir, pirsa reşkujiyê jê dike. Yanî ev tohmeta ku dewleta Swêdê ji bo krîmînalîzekirina Kurdan li temamê Ewrûpayê bi kar anî, li Elmanyayê jî tesîreke mezin kiribû.

Kovarê, bi Elî Qazî re weke dostê “Sekreterê Giştî yê PKK´ê Abdullah Ocalan” hevpeyvîn kiriye. Kovar hewl dide ji devê wî bibihîze ku PKK´ê reşkujiya li dijî Palme pîlan kiriye. Elî Qazî dibêje, heger tiştekî wiha hebûya, Ocalan şaşî bûya jî wê bigota PKK´ê kiriye. Yanî ew jî vê tohmetê weke derew bi nav dike.

Swêd ji komployê venegeriyaye

Axir îro derewbûna tohmetê eşkere bûye. Lê ji ber wê tohmeta derew Kurd îro li seranserê Ewrûpayê tên krîmînalîzekirin û neheqiyên mezin bi rêya qedexekirina PKK´ê û lîsteya Yekîtiya Ewrûpayê ya “rêxistinên terorê” li Kurdan tên kirin. Piştî ku eşkere bû tohmet derew e, aliyên Kurd û dostên wan li bendê bûn dewleta Swêdê fermî doza lênegirtinê li Kurdan bike; yanî bibêje, “me neheqî li Kurdan û tevgera wan a azadiyê PKK´ê kir.” Lê îro, piştî reşkujiyê bi 37 salan jî dewleta Swêdê ji wê komployê venegeriyaye.

PKK´ê beriya çend rojan bi daxuyaniyekê bal bire ser hewldanên rayedarên Swêdê yên ji bo krîmînalîzekirina PKK´ê û Kurdan. Esas ev hewldanên krîzmînalîzekirina tevgera azadiyê ya Kurdan, îşaret bi israra dewama komploya li dijî Kurdan dike. Sedema wê jî îro em rehettir fêm dikin. Miracaeta Swêdê ya endametiya NATO´yê niha beloq weke sedem li ber me ye. Di kuştina Olof Palme de jî behsa rola NATO´yê hatibû kirin, lê ser van îhtîmalan hingê zû û bilez hat girtin. Li şûna vê, komploya li dijî Kurdan nexasim bi hewldanên rêxistina istîxbarata Swêdê SEPO´yê ketin dewrê.

Divê Kurd û dostên wan ên li Swêdê bi israr ji hikûmeta heyî bixwazin, fermî doza lêbihurîna xwe ji miletê Kurd bike. Heta ev yek pêk neyê, komplo, xet û tesîra wê dê her bimînin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.