Rekoreke din a roja Çînê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 6 Çile 2022 - 06:22

Roja çêkirî ya Çînê rekoreke din şikand. Wê Gulana bihurî 101 saniyeyan plazmayên di nava reaktora xwe ya fuzyonê de 120 milyon pileyan sincirand. Niha ajansa fermî ya Çînî, Xinhua da zanîn ku vê carê reaktorê, hezar û 56 saniyeyan yanî bêhtirî 17 deqîqeyan plazma 120 milyon pileyan (˚C) sincirandine. 

Ji reaktora taybet a di şiklê simîtekê de Simîta Bipêşketî ya Supergihîner a Ceribandinê (EAST) tê gotin. Kanûna bihurî jî wê 20 deqîqeyan plazma heta bi 70 milyon pileyî sincirandibû. 

Roja me di sîsika xwe de yanî li cihê fuzyonê qederê 15 milyon pileyî germ dibe. Di fuzyonê de sîsikên atoman bihev dikelijin û atomeke nû pêk tê. Gava ev diqewime jî hawîrdor bi radyoaktîvîteyê qirêj nabe. 

Armanca vê roja çêkirî jî ew e ku bi fuzyonê enerjiya bêdawî biafirîne. Lê di reaktoreke li dinyayê de ji ber ku ew zexta di sîsika rojê de nîne, divê plazma ji sîsika rojê bêhtir bê germkirin.

Li gorî pisporan reaktoreke ku wê bi kêrî hilberîna enerjiyê bê, heta bi sih salan zahmet e bê çêkirin.

PEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.