Reklam huner û kamuflaj

Nûçeyên Jiyan/Civak —

Çarşem 21 Tîrmeh 2021 - 04:02

Li bajaran, xasma li welatên Ewrûpayê hawîrdora me tijî ye ji bilboardên reklaman, li derve, li ser rêyan, li îstgehên otobos, tramway û metroyan em her wan dibînin. Em ji wan aciz jî bin, em nikarin xwe ji wan xilas bikin. Ev rûyek ji rûyên ferehkirina bazarê ya kapîtalîst a nava bajaran e. Lê mirov heqê hinan ji wan jî nexwe. Hin ji wan gelekî afirîner in. Weke vê reklama boyaxê ya ku îdîa dike li gorî rengên xwezayê be.

Şirket li gorî rengê ezmên, di nava rojê de çawa be, li gorî wê bilboardê dide boyaxkirin. Diyar e, ev boyax baş bi kêra kamuflajê jî tê. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.