Rejîmê cezayê bidarvekirinê da
Pêncşem 29 Hezîran 2023 - 14:20
Rejîma Îranê, piştî xwepêşandanên Serhildana ‘Jin jiyan azadî’ yên bi qetilkirina jina Kurd Jîna Amînî re destpêkirîn, zextên xwe yên li ser azadîxwazan tundtir kirine. Di vê çarçoveyê de Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê eşkere kir ku pêr li girtiyê siyasî Nayib Eskerî yê li Rojhilatê Kurdistanê cezayê bidarvekirinê hatiye birrîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di nava çend mehên bihurî de zext û gefên Îdareya Îstîxbarata Urmiyeyê li ser girtiyên siyasî li girtîgehên navendî zêde bûne.
Wê her wiha destnîşan kir ku Asayîşê bi rêya ofîsa xwe ya li girtîgehê gazî girtiyên siyasî kiriye û gef li wan xwariye.
NAVENDA NÛÇEYAN