Roja 26’ê Hezîranê li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê jinek bi navê Sureya Qeyteran a xelkê gundê Kanî Mela ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin.
Li gorî çavkaniyên herêmî, hêzên rejîmê bêyî ku ti sedemê nîşan bidin, bi ser mala Sureya de girtine û ew kirine bin çavan. Derbarê aqûbeta wê de ti agahî bidest neketine.
Hêjayî gotinê ye, 10’ê Hezîranê jî du birayên Sureya yên bi navê Ebdulrehman Qeyteran û Sedredîn Qeyteran, bi êşkenceyê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
Li aliyekî din jina bi navê Şehla Çûpanî ya xelkê bajarê Seqizê, roja 26’ê Hezîranê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bêyî ti belgeyeke dadgehê hebe, hate binçavkirin û ew birin cihekî nediyar.
NAVENDA NÛÇEYAN