Rejîma Îranê ciwanek din bi darve kir
Duşem 27 Sibat 2023 - 15:36
Li Rojhilatê Kurdistanê pêla darvekirina girtiyan ya Desthilatiya Dadgeha Îranê her ku diçe zêdetir dibe. Di vê çarçoveyê de girtiyek din li bajarê Îlamê hate darvekirin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 22’ê Sibatê de welatiyek ji bajarokê Eywan Xerîb yê bi navê Mihemed Resul Çulkî yê ku li girtîgeha Îlamê ya li Rojhilatê Kurdistanê dima, hate darvekirin.
Di medya fermî de nehate weşandin
Rêxistinê diyar kir ku Mihemed Resul ji beriya niha bi tometa ku ‘kuştina bi qest’ hatibû girtin û ji aliyê Desthilata Dadgeha Îranê ve cezayê darvekirinê lê hate birrîn.
Her wiha destnîşan kir ku Mihemed Resul ji beriya were darvekirin çend rojan di hucreya yek kesî de hatiye bi cih kirin, lê heta niha darvekirina Mihemed Resul di medya fermî ya dewleta Îranê de nehatiye belavkirin.
Nêzî 10 kesan hatin bi darve kirin
Ev di demek wiha de ye ku li gorî bîlançoyan di nava hefteyên borî de li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê, nêzîkî 10 kesan hatine bi darvekirin.
Hêjayî gotinê ye ku bi destpêkirina Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, pêkanîna cezayên bi darvekirinê di rêjeyek ber bi çav zêde bûne. Li gorî çalakvanên mafên mirovan dibêjin, armanca rejîma Îranê ji pêkanîna cezayên bidarvekirinê, tirsandina welatiyan û dawî lêanîna nerazîbûnan e.
NAVENDA NÛÇEYAN