Rejîm wê bi bin keve

în 11 îlonê 2020 - 23:59

  • Ehwen Çiyako: Niha ji Îlam, Kirmanşan heta bi Loristan hem tevlîbûna nav refên gerîla heye, hem jî me karî hindekî di nava xelkê de xwe bi cih bikin. Heke partiyên din jî karîn piştî me biçin wir, ew jî bi xêra xebata me bû.

SILÊMANÊ ZAXURANÎ
STOCKHOLM

Li Rojhilatê Kurdistanê rewşa rêxistina siyasî, eskerî, civakî çi ye? Kongreyên vê dawiyê yên KODAR û PJAK´ê encamên çawa bi xwe re anîn? Ji bo tehlûke û derfetên ji bo têkoşîna azadiya Rojhilatê Kurdistanê amadekariyên çawa tên kirin. Em bi Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ehwen Çiyako re peyivîn. Çiyako got, di halê heyî de li pêşiya wan gelek derfet û tehlûke hene û bi rêxistinkirina miletê xwe dixwazin ji her îhtîmalê re hazir bin. Wî got, biryargeheke Sûpayî Pasdaran û MÎT´an Tirk bi hev re koordîneya êrişan dikin. Yek ji mijarên sereke jî ji bo PJAK û KODAR´ê li gorî Çiyako çêkirina mekanîzmayeke yekîtiyê ya hêzên Rojhilatê Kurdistanê ye.

Xebatên sereke yên tevgera azadiyê ya miletê Kurd li Îranê çi ne?

Herçî xebata me ya eskerî ye, bêhtir li Rojhilatê Kurdistanê dixwaze xwe bi rêxistin bike, xasma li deverên gundewar. Li pirraniya çiyayên Rojhilatê Kurdistanê gerîlayên YRK´ê hene. Têkiliya wan bi tevdîrên pêwîst bi xelkê deverê re heye. Xebatên rêxistinî û îdeolojîk jî dimeşînin. Li aliyê din jî herêmên ku gerîla bikeviyê, tên keşfkirin. Ji şer bêhtir, esasê karê wan, xwebirêxistinkirin e. Helbet rejîm carinan operasyonên eskerî dike, şerên ne mezin jî diqewimin.
Herçî xebatên rêxistinî ne, ne weke beşên din ên Kurdistanê ye; xebateke eşkere bi ti awayî ne mumkin e. Ji ber wê kar û xebata heyî bêhtir îlegal in. Xebatkar û kadroyên tevgera azadî bi awayên cihê di nava civakê de dixebitin. Weşan û materyalên me belav dikin. Derfet kêm jî bin, armanca me ew e ku karûxebatên sivîl, saziyên sivîl li ser esasê taybetmendiyên xwe, xwe birêxistin bikin. Di vê çaçoveyê de perspektîfa me, ya PJAK´ê ya KODAR´ê jî ew e ku civak karibe derfetên herî kêm jî bi kar bîne ji bo xwebirêxistinkirinê.
Lê belê li aliyê din jî êriş hene. Rejîm di van çend hefteyên dawî de operasyoneke li dijî çalakgerên sivîl hatiye destpêkirin. Di nava van her du mehên dawî de bêhtirî 80 kesan hatin girtin.
Kar û xebatên siyasî û dîplomatîk jî hene; karê esasî ew e em ji bo partî û rêxistinên Rojhilatê Kurdistanê zemînekî hevgirtinê çêkin. Ji ber ku yekîtiyeke neteweyî li temamê Kurdistanê lazim e, ji bo Rojhilat jî ev pêwîst e. Partiyên cuda hene. Cihêtiya wan a siyasî û îdeolojîk hebe jî, li ser erda Rojhilatê Kurdistanê pêwîstî bi hevgirtina wan heye. Di vê çarçoveyê de em çalak in.
Li aliyê din bi aliyên din ên Îranî re jî projeya me ya Konfederalîzma Demokratîk ji bo Îranê heye. Li Îranê gelek milet, tevgerên civakî, yên karker, ciwan û jinan hene. Em dixwazin têkiliyên xwe bi wan re bi pêş bixin û projeya xwe bi wan bidin naskirin.
Li aliyê din hevkariyek, hevahengiyek di navbera Tirkiye û Îranê de heye. Îran operasyonan dike, dixwaze Kurdistanê bêhtir mîlîtarîze bike. Di navbera wan de ji ber vê ji bo êrişbirina wan cihên hevalên me tê de ne, hevkariyek heye.

Agirbesta sala 2011´an a bi dewleta îranê re gelo hîna lê ye?

Îranê heta niha carinan operasyon kirine û êriş biriye ser hêzên me. Lê bi giştî em hîna pabendê esasê agirbestê ne. Rejîmê carinan xwest weke 2011´an êriş bike, lê ji ber çi sedemê bûye êdî, ew êriş nekirin. Di nav pîlanên rejîmê de komkirina hêzê û kirina operasyonên eskerî heye; lê agirbest hîna dewam dike. Em jî halê hazir ji şer bêhtir, dixwazin bi rêyên cuda kar û xebatên xwe bimeşînin û ber bi çareseriyê ve biçin. Lê belê, heger Îran êriş bike, yan jî tiştekî din bibe, gerîlayên Rojhilat jî wê bêdeng nemînin. Amadekariyên gerîla hene.

Beriya çendekê rayedarên dewletên Tirk û Îranê hatin cem hev û gotin ew ê di şerê li dijî Kurdan de hevkariyê bikin…

Îran û Tirkiye ji mêj ve koordîansyonê dikin. Sala 2011´an jî wisa bû. Çiqas nakokiyên wan hebin jî, herçî mijara Kurdan e, ew hevdu digirin. Wan nav li meseleya Kurdan kiriye, "Meseleya me herduyan elaqedar dike". Hevdîtina dawî jî mirov dikare wiha binirxîne. Gava ku dewleta Tirk êrişa xwe ya li dijî Heftenînê da destpêkirin, Îranê jî dest bi komkirina hêzê kir. Li bendê bû, heger dewleta Tirk li heftenînê bi ser keve, ew jî li aliyê din êriş bike. Weke 2011´an. Hingê Îranê li Qendîlê êriş kir, û Tirkan li aliyê din hêz kom kir. Lê gava dîtin, Îran bi pêş nakeve, wan êrişa xwe sekinand. Vê carê tersê wê bû. Wê digot, heger Tirk bi ser kevin, ew ê êriş bike, li Asosê wan hêz kom kiribûn. Lê Tirk li Heftenîn asê man. Gava wisa bû Tirka doza alîkariyê ji Îranê kir, û Îran jî pêdiviya wê bi koordîneya ligel Tirkan heye. Rûniştina Erdogan û Rûhanî jî li ser êrişa li dijê tevgera Kurd û xasma li dijê PJAK´ê bû. Agahiya me ya dawî ev e: Biryargeha Hemza Seydulşehda yek ji biryargehên Sûpayî Pasdaran e. Bi MÎT´a Tirk re wan hevdîtin kirine û plansaziya êrişên hevbeş kirine. Îranê jî şevê din (Sêşema bihurî berê sibehî) dest bi topbarankirina herêmên hevalan [gerîla] kiriye. Yanî hêz jî kom kiriye. Ev êrişeke bi koordîne ya bi Tirkiyeyê re ye û hesabê Barzanî jî dikin. Îhtîmal heye ev êriş dijwartir bibe.

Dozên PJAK´ê yên sereke çi ne? Di warê çand û ziman de, di warê rêveberiyê de, di warê siyasî yê asta Îranê de PJAK çi dixwaze?

Projeya me Konfederalîzma Demokratîk e, neteweya demokratîk û xwerêveberiya demokratîk e. Yanî serê pêşî Kurd, lê her wiha miletên din jî, divê li herêmên xwe xwe bi rê ve bibin. Mekanîzmayên xwe ji jêr heta jor ava bikin. Di warê aborî de divê xwediyê berhemên xwe û zengîniya herêmên xwe bin. Lê niha Îran wan ber bi navendê ve dikişîne. Li wan deverên weke Kurdistan, Ehwaz û deverên din ku gelek îmkan û çavkanî hene, xizanî û bêkarî jî li wan deran heye.
Di warê çandî û zimanî de divê miletê Kurd divê karibe ji jêr heta jor zarokên xwe bi zimanê xwe perwerde bike. Karibe bi awayekî azad çanda xwe temsîl bike.
Di warê parastinê di vê miletê Kurd xwedî parastina xwe be. Dewleteke navendî nikare civak û miletê Kurd biparêze.
Wekî din divê çerxeke jor a rêveberiya miletê Kurd jî hebe. Yanî, miletê Rojhilat divê ti astengiyek li pêşiya wî nebe ku têkiliyan deyne, mekanîzmayeke xwe ya neteweyî bi parçeyên din ên Kurdistanê re çêke. Û divê li nava Îranê jî mekanîzmayek hebe ku miletê Kurd bi milet û herêmên din ên li Îranê re di nava sîstemeke demokratîk û hevaheng de bi cih bike. Navê wê êdî kongreye, yekîtî ye, ev ne muhim e, mekanîzma pêwîst e.
Helbet ne bi carekê, ev armancên me ne. Du rêbaz li ber me hene, yek jê rêbaza demokratîk e, ya dîalogê ye. Mixabin Îran ji vê re bi qasî xuya dike, ne hazir e, naxwaze hazir jî be. Rêbaza din têkoşîna bi aliyên xwe hemûyan e. Miletê me wê ji mafên xwe tawîzê nede û tevgera me wek PJAK, KODAR û KJAR jî di vî warî de zelal e. Ji bo mafên miletê Kurd tawîzê nade û ji bo wan têdikoşe.

Projeya tevgera we ya ji bo çareseriya pirsgirêkan li holê ye, lê çawa cenabê te jî got, Îran ji dîalogê re ne hazir e. Pêngaveke darîçav a li pêşiya we heye ji bo çikandina vê?

Stratejiya me rêya sêyemîn e. Em rijdbûna rejîmê ya dîalogê û mafan red dike, qebûl nakin, em destwerdana ji derve ya ji bo berjewendiyên xwe ya ku dikare miletan, miletê Kurd jî bixe nav zehmetiyan jî naxwazin. Rêya me dayî ber xwe ew e, em milet bi rêxistinkirinê bikin îrade û zextê li rejîmê bikin. Ew rejîm çiqasî hişk jî be, heger têkoşîneke xurt hebe, birêxistinbûn li Kurdistanê û di nav miletên din ên Îranê de hebe, mirov dikare mafên xwe bide qebûlkirin.
Lê belê em dibînin ku Îran siyaseta xwe wisa dewam bike tehlûkeya destwerdanê heye. Em li gorî vê jî plansaziya xwe dikin, taktîk û pratîkên xwe diyar dikin. Di her şert û mercî de em hewl didin gelê xwe bixin xwedî îrade. Li Îranê ji ber deswerdanekê alozî bide der, amadekariyên me yên ji bo rewşê jî hene, da ku em miletê xwe biparêzin. Tecrûbeyên me yên ji beşên din ên Kurdistanê jî hene, ew jî wê ji me re bibin esas. Em dizanin miletê Rojhilat wê tenê nebe. Çawa ku mieletê Kurd li Rojava ne tenê bû; ji ber ku bi qasî pêwîst nebe jî, yekîtiyek di nava Kurdan de çêbûye.
Îdeolojî û fikrên teng ên di nav hin partiyan de li Rojhilat bi kêr nayê. Lê em di çarçoveya neteweya demokratîk de derfetê didin her girse û herêmê ku xwe birêxistin bike. Bi taybetmendiyên xwe bikeve nav rêxistiniya giştî ya Rojhilatê Kurdistanê. Fikreke zengîn e û ev jî fikra Rêber Apo ye.

Sala 2016´an hinan ji partiyên Rojhilatê Kurdistanê xwest li ji nû ve şerê çekdarî bidin destpêkirin, lê zû şikestin. Hûn vê çawa şirove dikin?

Ew rojev, ne ya li gorî amadekariyên hundir bû. Bêhtir li ser esasê bûyer û rojevên ji derve ve tiştekî welê hat kirin. Digotin, îhtîmal heye Emerîka êriş bike. Erebistan li aliyê din hin tevgeran bi pêş bixe. Bi hinek îmkanan hin hêzan qanih bike. Ev hêz carinan tûj û carinan nerm dibin li gorî berjewendiyên xwe. Wan wisa bi hindek tehrîkên ji derve ve jî dest pê kir. Lê piştre rewşa siyasî li nava Îranê û bi muxalifên xwe re guherî. Gava rewş sar bû, ew jî welê man. Ji ber ku bêplan û amadekarî bû, rêxistineke xurt nebû, mixabin gelek ji endamên wan şehîd bûn. Gerek wisa nebûya.

Rejîma heyî dixwaze li Iraq, Sûrî, Libnan û heta bi Yemenê hebûna xwe bisepîne. Dîplomasiyeke we ya di vê çaroveyê de heye?

Em hewl didin peywendî çêbin. Lê esas li cem me ew e ku li hundirê Îranê de çareser bibe. Lê bi mantiqê heyî yê Îranê ev yek hinekî zehmet e. Dema wisa ye, aliyên derve wê hewl bidin xwe bigihînin muxalifên Îranê yan jî dest werdin Îranê. Bêguman mafê muxalifan e ku tevgereke dîplomatîk bikin. Em jî wisa ne. Li ser esasê parastina prensîpên xwe em peywendiyan datînin, em li her aliyî vekirî ne. Stratejiya rejîmê çi ye; li aliyekî xwe li herêmê belav bike. Lê em dizanin di nava van herdu salên dawî de nexasim bi kuştina serekê Sûpayî Quds, Qasim Suleymanî Îranê li derve derb xwar û niha qels bûye. Di warê aborî de jî ji ber ambargoyê nikare petrolê bifiroşe, ya ku difiroşe jî bi erzanî difiroşe. Li derve êdî tengav bûye.
Belkî Îran bi xwenêzîkkirina Çînê êrişa Emerîkayê kontrol bike. Lê wê nava xwe çawa kontrol bike. Berê tenê miletê Kurd doza maf dikir, îro Ereb Beloç û gelekên din hene. Miletê Kurd jî ne weke beriya bi 30-40 salan e. Îran wê li hemberî doza maf a gelan nikaribe wisa dewam bike. Li aliyê din tengkirina meydanan li jnan heye, jin vê êdî qebûl nakin, ew jî rabûne. Yê ku di dawiyê de bi bin keve rejîma faşîst, dîktator û dagirker e.

Têkiliyên we bi Başûrê Kurdistanê re çawa ne?

Têkiliyên me bi milet re baş in. Miletê deverê ji ber ku mexdûrê rejîmê ye, hez ji gerîla jî dikin. Hez ji têkoşîna me dikin. Partiyên desthilata Başûr, têkiliyên wan ên xurt bi Îranê re hene. Lê belê di nava YNK´ê de gelek dest hene, hin dest li gorî welatparêziya Kurd tevdigerin jî hene, lê li aliyê din destekî welê heye ku tam li gorî daxwazên rejîma li Îranê tevdigere.

Van salên dawiyê felaketên xwezayî bi ser miletê Kurd li Îranê de hatin. Dewletê kir ku ev felaket dijwartir bibin, lê xelkê alîkarî û piştgirî organîze kir. Hûn jî hebûn di nav vê de?

Destpêka 1990´î partiyên ku pêşengî ji milet re dikir, marjçînal bûn li Başûrê Kurdistanê rûniştin. Milet bêdeng bû, ji ber ku di encama berdêlên mezin de dîsa jî şikestibû. Heta damezrandina PJAK´ê jî vê bêndengiyê heta bi salên 2002, 2003 dewam kir. Tevgera me, xasma PJAK, tevî kêmasiyên xwe jî ev tablo guherî û hêvî bi milet re peyda bû. Têkoşîna li Bakur û Rojava, û perspektîfên Rêber Apo jî kir ku civak li Rojhilat hem li parçeyên din ên Kurdistanê xwedî derket û hem jî bi xwe jî bi rêxistinî tevgeriyaye. Me di erdhejê de dît, me di rabûna lehiyê û gelek tiştên din de dît. Xwedîderketina li Şengal, li Kobanê de jî me ev dît. Me eşkere nekir, da ku em xelkê xwe nexin nav tehlûkeyekê, lê me alîkarî berhev kir, bi rêxistin kir. Pratîka me ya sereke ew bû ku milet xwe bi rêxistin bike û alîkarî ji xelkê re biçe. Em bi awayekî çalak di musîbetan hemûyan de ji bo kêmbûna êş û azarê hazir bûn.

Hebûna kolberiyê bi serê xwe mesele ye, lê li aliyê din jî dewleta Îranê komkujiyekê li dijî wan dike…

Kolberî encama feqîrî, birçîmana ku rejîm li ser mirovên me ferz dike, dike ku gelek insanîn me kolberiyê bikin. Kolberî ne pîşeyek e bi vî rengê xwe. Heger zengîniya Kurdistanê di destê miletê Kurd de bûya, ti ferdê Kurd wê mecbûr nebûya kolberiyê bike. Li aliyê din jî rejîm bi ser wan de diçe, û civakê çavtirsandî dike. Niha ya li ber me ew e ku em têkoşînê xurt bikin û pêşiyê bigirin li komkujiyên rejîmê li dijî kolberan. Li aliyê din jî heta ku em azad nebin, nebin xwediyê aboriya xwe, miletê me wê mecbûrê hin karan bibe ku ne layiqê miletê û vê serdemê ne.

We jî û KODAR´ê jî beriya nedemeke dirêj li dar xist. Peyamên sereke ji van kongreyan çi bûn?

Peyama sereke ev e; em di sala 2020´an de ne. Sala 1920´an di nav 5 salan de dewleta Tirk û Îranê hatin damezrandin. Niha jî ev herdu dewlet dixwazin netewe dewleta xwe zindî bikin. Yanî ji ber vê jî ji bo Kurdan di nava van 5 ta 10 salên li pêşiya me de gelek tehlûke û derfet di heman demê de hene. Tehlûke herî zêde gava ku mirov hêza xwe bi xwe zêde bike û xwe bisipêre vê hêzê kêm dibin. Yanî gava milet bibe xwedî îrade, şiyar tevbigere, PJAK û KODAR jî weke pêşeng erka xwe pêk bînin, derfetên mezin li pêşiya me ne. Peyama me, armanca me ew e ku em van derfetan bi kar bînin û welatê xwe azad bikin.
Îran jî ji xwe re weke rêûresmekê dibîne, dibêje, tu Kurdistanê fetih bikî, tu dikarî deverên din jî fetih bikî. Yanî heger rejîmeke nû bê Tehranê, amadekariyên Kurdan nebin, êrişa yekem a wê rejîmê wê li dijî Kurdan be. Her yek ji partî û rêxistin û partiyên Kurdan divê zanibin ku bi tena serê xwe nikarin bi ser kevin. Mekanîzmayeke yekîtiyê ya ji bo partiyên Rojhilatê Kurdistanê lazim e. PJAK´ê jî û KODAR´ê jî di kongreyên xwe de ev derfet û tehlûke nirxandin û plansaziya xwe bi pêş xist.

 

Qanûn maf e
pratîk ceza ye

Li ser meseleya zimanê Kurdî li Îranê Ehwen Çiyako dibêje, "Li Îranê esas qaşo qanûnek heye ku dibêje, miletên li Îranê dikarin li cem ziman û wêjeya Farisî, wêjeya xwe jî bixwînin. Lê belê Îranê ev ti carî bi cih neaniye. Carinan hindek kursan vedikin. Ev kurs jî xelk bi îmkanên xwe çêdikin, lê gelek caran dikevin ber êrişên rejîmê. Weke nimûne, Mamosta Zara tenê ji ber ku bi îmkanên xwe dersa Kurdî deh salan da zarokan, deh sal cezayê hepsê lê hat birrîn."

 

PJAK´ê Rojhilat bi temamî li rêxistinê vekir

Beriya PJAK´ê tevgera Kurd li derveyî deverên Urmiye û Mukriyanê hema hema nebû. Ehwen Çiyako dewra partiya xwe di belavbûna li van herêman de wiha rave dike: "Beriya PJAK û KODAR´ê tevgera Kurd meseleya Kurdistanê teng kirine; zêdetir xwe li deverên Sunî û Soranî bi rexistin kirin. Demokrat hebû tenê xwe li Urmiye û Mukriyan bi rêxistin kir. Piştre Komele çêbû, komele bêhtir xwe li milê Sine, Merîwan heta bi Kamyaran xwe gihand. Sedem jî neteweperestiya Kurd a Sunî û Soranîaxêv e. Deverên zarava û diyanetên wan cuda, li derve hatin hiştin. Rejîmê jî pirr girîngî daye bi deverên Îlam, Kirmanşan ku hem zarava û hem jî diyaneta -Şîî û Yaresan- wan guhertî ye, ji ber ku rêya Kerbelayê tê re diçe. Lê ez dikarim bêjim, piştî damezrandina PJAK´ê li wê herêmê vekirineke ber bi Kurdbûnê ve çêdibe. Me karî siyaseta rejîmê ya li wir bişikînin. Niha ji Îlam, Kirmanşan heta bi Loristanê hem tevlîbûna nav refên gerîla heye, hem jî me karî hindekî di nava xelkê de xwe bi cih bikin. Yekane partî em in. Heke partiyê din jî karîn piştî me biçin wir, ew jî bi xêra wê yekê bû ku me ew deverên hanê li Kurdbûnê vekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.