Reîsî li Şamê ye

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 4 Gulan 2023 - 10:04

Serokkomarê Îranê, Îbrahîm Reîsî doh çû Şamê û îro jî wê hevdîtinên xwe dewam bike.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya hikûmeta Şamê SANA'yê, Reîsî tevî heyeteke ji wezîrên aborî û siyasî çûye serdana Şamê.

Çav li rê ye ku Reîsî bi Serokdewletê Sûriyeyê Beşar El Esed re hevdîtinê bike û mohra xwe dayne binê 'hin peymanan'.
Sefîrê Bilind ê Îranê yê li Sûriyeyê Huseyin Ekberî hefteya bihurî daxuyaniyek da û got, "Ji ber guherînên li herêmê, serdan gelekî girîng e."

Ekberî ragihand ku serdan ne tenê ji bo Şam û Tehranê wê ji bo welatên herêmê hemûyan bikêrhatî be.

Reîsî di demeke welê de çû serdana Şamê ku di navbera Îranê û Erebistana Siûdî de gavên ji bo nermbûna têkiliyan hatin avêtin. Erebistana Siûdî jî têkiliyên xwe yên bi Şamê re asayî dike.

Beşar El Esed piştî destpêkirina şerê navxweyî yê li Sûriyeyê cara duyemîn di Gulana 2022’yan de çûbû serdana Tehranê kiribû.
Serokkomarê herî dawî yê Îranê yê ku çûbû serdana Şamê, Mehmûd Ehmedînecad bû. Ev serdan jî di Îlona 2010'an de hatibû kirin.

ŞAM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.