Rêber Ocalan divê azad be

Pêncşem 3 Mijdar 2022 - 01:49

Pêkhateyên kantona Qamişloyê dirêjkirina qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re heta 6 mehên din, şermezar kir û banga têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Ocalan kir. Bi hezaran kes ji bajar û navçeyên kantona Qamişloyê bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e" xwepêşandan kir.

Xwepêşandanê ji Çerxerêya Sonî ya navenda bajêr dest pê kir. Endamên saziyên sivîl, siyasî, leşkerî û hiqûqî, Kongra Star, Tevgera Civaka Demokratî (TEV-DEM) û malbatên şehîdan jî beşdarî çalakiyê bûn.

Xwepêşanderan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û pankartên xwe doza azadiya Ocalan kirin.

Piştî meşê li pêşiya Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Huner a Qamişloyê, mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de endama Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hûriye Şemdîn bal bire ser êrişên rojane yên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmê û got: "Dewleta Tirk a dagirker hedefgirtina gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek didomîne. Ji bo valakirina herêmê, li dijî wan şerê taybet jî dide meşandin."

Hûriye Şemdîn got, elaeya tecrîdkirina Ocalan bi şerê dewleta Tirk ê li dijê Başûr û Rojavayê Kurdistanê re jî heye.

Hûriye Şemdîn bal bire ser sûcên li Îmraliyê li dijî Rêber Ocalan û got, "Qanûnên ku li ser rêbertiyê tên kirin, hemû qanûnan binpê dikin. Ev bi qasî 20 salan e ku dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke girankirî li ser rêbertiyê dide meşandin. Ew jî bi rêya wê yekê ye ku nahêle parêzer û malbata wî pê re hevdîtinê bikin."

Hûriye Şemdînê herî dawiyê helwêsta Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewrûpayê (CPT) şermezar kir û got: "Komîteyê ti daxuyanî têkildarî rewşa Rêber Ocalan û tişta ku li Îmraliyê diqewime, nedane. Ev jî piştrast dike ku ew ji prensîpên xwe yên qanûnî û mirovî dûr ketiye."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.