SERHAT ARARAT/STRASBOURG
Li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewrûpayê (MPKE) rapora Tirkiyeyê hat qebûlkirin. Li ser raporê parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy got, bi raporê, tevahiya argumanên AKP’ê yên li dijî Kurdan hatine pûçkirin. Hişyar Ozsoy bi van gotinan jî rexne li helwêsta Konseya Ewrûpayê got, “Lê belê ji bo ku hikûmet gavê biavêje, bêhtir zext ferz e. Divê Konseya Ewrûpayê ji dudiliya xwe bibihure.”
Rapora Tirkiyeyê ya Komîteya Teftîşê ya MPKE’yê amade kiribû, 12’ê Cotmehê li Strasborugê di civata giştî de bi pirraniya dengan hat erêkirin. Di raporê de rexneyên dijwar li Tirkiyeyê hatin kirin.
Endamê MPKE’yê, parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy li ser raporê got, “Ev pênc sal û nîv in ku Tirkiye di pêvajoya çavdêriyê ya Konseya Ewrûpayê de ye. Piştî pênc sal û nîvan, hîna nû ev rapor hat amadekirin. Raportoran li ser mijarên zextên li muxalefetê, tirs û endîşeyên elaqedarî hilbijartinan, mesleya qedexekirina HDP’ê, raporeke berbiheve amade kiriye. Tevahiya pêşniyazên guhertina raporê ya delegasyona hikûmeta Tirk jî hatin redkirin. Ji bilî delegasyona Azerî, kesî li dijî raporê dengê xwe neda.”
Tirkiye gavê neavêje dibe ku ji Konseyê bê avêtin
Ozsoy da zanîn ku di raporê de behsa rewşa Aysel Tugluk a ev 6 sal in rehîngirtî ye û bi nexweşiya demansê ketiye jî hatiye kirin. Beriya dengdanê li ser rewşa Osman Kavala û Selahattin Demirtaş jî paragraf li raporê hatine zêdekirin: “Tê de dinivîse, ev bang cih digire: Heger Tirkiye israra bicihneanîna biryara DMME´yê ya li ser Kavala dewam bike, divê derfetên berdest hemû bîn bikaranîn.”
Wekî din tê xwestin ku li gorî biryara li ser miracaeta Selahattîn Demirtaş a li Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirk, doz bi lez bê kirin. Hişyar Ozsoy ji bo meselê got, “Dibe ku biryareke weke ya ji bo doza Kavala, ya binpêkirina Peymana Mafê Mirovan a Ewrûpayê jî derkeve di doza Demirtaş de. Heger Tirkiye hin gavan neavêje, guhertinan neke û biryara DMME’yê bi cih neîne, hingê dibe ku pêşî li pêvajoya avêtina Tirkiyeyê ji Konseyê vebe.”
Haya Konseyê jê heyelê dudilî ye
Hişyar Ozsoy dibêje, tevahiya saziyên Konseya Ewrûpayê pê dizanin ka li Tirkiyeyê çi diqewime û wiha peyivî: “Lê belê, mesele gavavêtina di pratîkê de ye. Di vê meseleyê de dudilî ne. Beriya niha Rûsya ji ber dagirkirina Ukraynayê ji Konseyê hatibû avêtin. Niha dibe ku ji bo Tirkiyeyê jî pêvajoyeke weke vê dest pê bike. Ev rapor, tevahiya argumanên dewleta Komara Tirkiyeyê yên li dijî Kurdan pûç dike. Lê belê ji bo ku pirsgirêkên di raporê de bên çareserkirin, hikûmet gavan biavêje, pêdivî bi bêhtir gotinên navneteweyî, zextê heye.”