Qubudlu bû şehîdê Jin jiyan azadî!

Sêşem 23 Çile 2024 - 16:36

Malpera bi navê Mîzanî ya Îranî ragihand ku vê sibehê Mihemed Qubadlu hatiye darvekirin.  Di malperê de tê gotin bi îdîaya ku Mihemed Qubadlu polîsek kuştiye û 5 polîs birîndar kirine, hatiye bidarvekirin.

Parêzerê  Qubadlu Emîr Reîsyan derheqê bidarvekirina miwekîlê xwe got, "ne yasayî ye, heqê wî yê îtîrazê hebû."

Malbata Qubadlu jî got bi raporên bijişkî ispatkirî bû ku derûniya Mihemeh Qubadlu ne başe , ji bger vê tedawî dibû lê dadgehê guh nedaye belgeyan û kurê wan dar ve kiriye.

Rêxistina Efûyê ya Navnetewî beriya darvekirinê bi çend  saeetan aşkere kiribû ku Qubadlu ji hêla derûnî ve nexweş, piştî ku di xwepêşandana ‚‘Jin, jiyan, azadî‘‘ de,  sala 2022’yan tê girtin, rejîma Îranê bi êşkenceyê îfadeyê pê dide îmzekirin.

Di xwepêşandanên ‘Jin jiyan azadî‘ de li Rojhilat û Îranê qederê 500 kesî hatibûn qetilkirin û bi hezaran kes jî hatibûn girtin. Rejîma Îranê gelek ji girtiyan bi dar vekirin û cezayê giran li gelekên din birî. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan rejîma Îranê ji sersalê û wir ve 49 kes bi dar ve kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.