QSD'ê serçete û du çete girtin

Çarşem 14 Kanûn 2022 - 00:30

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li Hol, Til Hemîs û Dêrezorê serçeteyekî DAIŞ′ê û 2 çeteyên berpirsên dabînkirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, girtin.

QSD′ê têkildarî mijarê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat ragihandin ku Yekîneyên Antî Terorê (YAT) bi hevkariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 operasyon kirine.

Di van operasyonan de serçeteyekî DAIŞ′ê, 2 çeteyên berpirsên peydakirina çek û cebilxaneyan ji şaneyên terorîst ên ku hewl didan êrişî kampa Holê û girtîgehan bikin, hatine girtin. Bi wan re gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya QSD`ê, operasyon ji 7 heta 10′ê Kanûnê li bajarokê Holê, Til Hemîs û Dêrezorê hatine lidarxistin. Koalîsyonê jî da zanîn ku di van operasyonan de 2 rayedarên herêmê yên çeteya DAIŞ´ê hatine kuştin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.