QSD çeteyên Iraqî radestî Iraqê kirin

În 3 Hezîran 2022 - 01:24

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê doh ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) 50 çeteyên DAIŞ’ê radestî Iraqê kirine.

Şaneyê da zanîn ku bi lihevkirinê ligel Hêzên QSD´ê di Deriyê Sînor ê Rebîa (Til Koçer) re 50 çeteyên DAIŞ’ê radestî Fermadariya Operasyona Hevbeş a Iraqê hatine kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ji bo lêpirsîn û rêyên yasayî, fermandariyê jî çete radestî Saziya Îstixbarat û Lêkolînê ya Federal a Wezareta Hundirîn a Iraqê kirine.

Şaneya Ragihandina Ewlehiyê ya Iraqê diyar kir ku Fermandariya Operasyona Hevbeş di hevkarî û hemahengiya xwe ya ji bo şikandina terorîstan û zuwakirina çavkariya alîkarîkirina terorê de karê xwe dewam dike.

QSD´ê par jî 100 endamên çeteya DAIŞ´ê radestî Iraqê kiribûn. Li gorçî texmînan qederê 3 hezar û 500 jin û mêrên Iraqê yên çeteya DAIŞ´ê li kamp û hepsên Rêveberiya Xweser ragirtîne.

Li aliyê din Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê komeke nû ya Iraqiyên li kampa Holê li Iraqê vegerandin. Ev kom ji 152 malbatan pêk dihat û 690 nef bûn. Di nava 2022´yan de Rêveberiya Xweser çend carên din jî Iraqiyên li kampa Holê vegerandibûn Iraqê. Ji Çile ve 2 hezar û 451 Iraqî li hatine vegerandin û hîna 28 hezar û 738 Iraqî li kampa Holê mane.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.