Sibe li Elmanyayê serma dijwar a zivistanê û du grevên ji hev serbixwe, wê tesîreke giran li jiyanê bikin. Şofêrên Kamyonan jî sibe grevê dikin, tevî makînîstên lokomotîfan, li kêleka wan jî protestoyên cotyaran ên li dijî betalkirina hin sibvansiyonan wê hebin.

Cotyar di serî de dixwazin bi çalakiyên xwe li paytexta Elmanyayê bikin, lê ew ê li seranserê Elmanyayê bi çalakiyên xwe, xwe bidin bihîstin.

Cotyaran ji ber betlaneya noelê navber dabû çalakiyên xwe yên protestoyî û niha çalakiyên xwe ji nû ve dan destpêkirin. Cotyar rêyan li çûnûhatinê digirin, zibil li ser rêyan dirijînin.

Li aliyê din şofêrên kamyonan jî ji ber sererastkirinên hikûmetê yên aborî, hêrsa wan rabûye û dest bi protestoyan kirin. Jixwe di sektora rêyên hesinî de jî ji ber ku şirketa rêyên hesinî DB û sendîkaya ku nûneriya makînîstan dike, li hev nekir, grev wê ji nû ve dest pê bikin.

Ji ber vê rewşê di gelek sektoran de bi awayekî hevdem grevan dest pê kir. Ev jî ji bo hikûmeta koalîsyonê ya bi serkêşiya partiya sosyal demokrat SDP - wekî din Partiya Keskan û Partiya Demokratên Hur FDP jî di koalîsyonê de cihê xwe digirin - veguherî qiyameteke piçûk.

Van demên dawiyê nerazîbûna ji hikûmetê kir ku dengê partiya nijadperest AfD zêde bibin. Di anketên dawî de rêjeya dengên AfD bûye ji sedî 22.

BERLÎN