Qîrînên nîsanokan xêz dike

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 13 Gulan 2025 - 00:13

Şêwekar Muhened Elaedîn ê ku ji Laziqiyê hatiye Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tev li Sempozyuma 5’an a Hunera Şêwekariyê ya bajarê Tebqayê bûye, di tabloyên xwe de rengê sor ê nîsanokên ku ji xwîna şehîdên perava Sûriyeyê şîn bûye derxist pêş.

Şêwekar hewl dide di tabloya xwe de dengê şêniyên peravê ji tevahî cîhanê re ragihîne. Di sempozyomê de wî derfetek dît ku bi rêya kulîlkan banga şêniyên peravê ragihîne û bibêje "bes e hûn xwînê dirjînin".

Elaedîn ê endamê Yekitiya Hunermendên Laziqiyê ye got wî ji xelkê bajarê xwe peyamek aniye ku ji cîhanê re aşkera bike û got: "Di çanda me de, her yek li ser xaka welat şehîd dikeve ji xwîna wî nîsanok şîn dibin. Lê mixabin, êşên ku me li perava Sûriyeyê kişandine hişt ku nîsanokên (bûkanî) îsal pir zêde bin."

Elaedîn peyama xelkê peravê wiha ragihand: "Em şêniyên perava Sûriyeyê, di bin zordarî û sûcdariyê de dijîn, em nizanin ji ku derê bi ser me de hatin, em birîndar in. Bila dengê me bigihîje hemû mirovan. Em xwedî peyama aştî, hezkirin û biratiyê ji bo hemû pêkhateyên Sûriyeyê û tevahî cîhanê ne."

Ji 6'ê Adara 2025'an de komên çekdar gelek komkujî li perava Sûriyeyê pêk anîn. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di 62 komkujiyan de hezar û 676 kes hatin qetilkirin, ji wan 866 li Laziqiyê, 525 li Tartûsê, 272 li Hemayê û 13 li Humsê bûn.

Qîrînên rewastandina xwînrijandinê

Elaedîn got ku mezinahiya sûcan ji hêza derbirîna wan mezintir e, lê ew qêrîna xwe tev li qêrînên Sûriyeyiyan dike û got: "Êş û xwînrijandina me ji derbirîna me ya bi rêya tablo yan jî helbestekê mezintir e. Birîna me ne tenê ji ber peravê ye, lê ji bo tevahî welat e. Ew birîn ji derbirîna di tabloyekê de mezintir e. Lê xebatên me ew dengên tev li dengên dîtir dibe ye, ji wê jî beşdariya min di vê sempozyumê de ye. Di vê sempozyumê de qêrînên me ji bo rawestandina xwînrijandinê li welatê me, dibin yek."

Elaedîn di tabloya xwe de qêrîna xwe anî Tebqayê û hewl da reva ji serdegirtinê û zordariyê aşkera bike û got ji ber wan hewl da li peravê biqîrin rastî gefan hatin anku qêrîn, heta bêhnkişandin û tevger jî qedexe ye. Elaedîn wiha anî ziman: "Ji ber vê yekê min hewl da bi rêya tabloya xwe bi peyameke bedew sûcên hatine kirin derxim. Ji ber pêşkêşkirina wê bi awayekî rastîn wê bihêle rastî qetilkirinê werim û xwînrijandin zêde bibe."

Peyama hunera nemir

Elaedîn ev nêrîn bi awayekî giştî pêşkêş kir û diyar kir ku tablo qêrîneke êş û azarê ye, peyama erdê ji mirovahiyê re hildigire û got: "Bes e xwînrijandin. Divê lehiya xwînê bê rawestandin. Axa ku xwîna şehîd dimije, nîsanokan şîn dike. Ey hovno ev ji ber kiryarên destê we kirine, ye." Muhened Elaedîn û şêwekarên din hewldanên xwe yên bilindkirina dengê mirovahiyê û bangên rawestandina tundî û kuştinê didomînin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.