Wezîrê karê derve yê Îranê Mohemmed Cevad Zarif, di qeydiyeke deng a bi dizî de dibêje, Qasim Silêmanî siyaseta derve diyar dikir û ti qîmeta fikr û gotina wî nebû.

Ev qeydiya deng hinekî dihêle mirov şerê siyaseta naxweyî yê Îranê bibîne. Mohemmed Cevad Zarif dibêje, Pasdaran biryarê dide, gelek biryarên hikûmetê betal dike û guh nade şîretan.

Ev qeydiza deng yekşemê derket holê û di cihekê wê de Zarîf behsa fermandarê Hêza Qudsê ya ser bi Pasdaran dike. Silêmanê di êrişeke DYE´yê de Çileyê 2020´an de hatibû kuştin.

Wezîr dibêje, Qasim Silêmanî bi gelek gava karê wî pûç kiriye, ji bo ku peymana nukleerê ya di navbera Îran û hêzên global de sabote bike bi Rûsyayê re kar kiriye û siyasetên beramberî şerê Sûrî yê dûvdirêj ên ku zerar kirin li berjewendiyên Îranê jî yên wî bûne. Ew dibêje, "Li Komara Îslamî esker bhukim dike." Ev qeydiya deng, beşek ji projeyeke dîroka devkî bû ya ji bo belgekirina rêveberiya îro heyê. Wî di qeydiyê de wekî din got, "Min dîplomasî bi qurbana eskeriyê kir, li şûna ku eskerî bikeve xizmeta dîplomasiyê."

Ev qeydî hat eşkerekirin di wextekê welê de ku Îranê minaqeşe dikir, ka ew li hevdîtinên vegera li peymana nukleerê yên li Viyanayê vegere yan na. Hîna nayê zanîn ka eşkerekirina qeydiya deng wê tesîreke çawa li helwêsta Îranê bike.

WASHINGTON