Qeyûm karkeran ji derve tîne
Sêşem 19 Mijdar 2024 - 02:35
Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi-Îş'ê Nîhat Demîr da zanîn ku qeyûm karkeran ji bajarê Tirkiyeyê tîne û qeyûm dixwaze kurdan koçber bike.
Sekreterê Giştî yê Dev-Yapi-Îş'ê têkildarî polîtîkaya qeyûm û bandora darbeya qeyûm a li karkeran axivî.
Gelê Kurd tine dihesibînin
Nîhat Demîr diyar kir ku AKP nikare xwe li destketiyên gelê Kurd rabire û got, "Hemû hikumetên dibin rêveber ji dewletê re, ji bo desthilatdariya xwe biparêzin gelê Kurd tine dihesibînin. Her desthilatdarî karên ne li rê, kuştinên kiryar nediyar, bêhiqûqî, newekhevî, bêedaletî, krîzên aboriyê, bêkarî, zêdebûna zarokên birçî radizên, hejmara malbatên nikarin nan bibin mala xwe, xisara li xwezayê, tundiya li jinê, destavêtin, destdirêjî, kuştin, krîza sîstema xwe bi şeytankirina gelekî vedişêrin."
Qeyûm karkeran ji derve tîne
Nîhat Demîr destnîşan kir ku polîtîkayên qeyûm yek ji sedemên koçkirina karkerên Kurd a ji cih û warên xwe ye û anî ziman ku di dema qeyûm de hîn bêhtir karkerên Kurd koç kirine. Demîr got, "Gelê Kurd doh li ber xwe da, îro li ber xwe dide, sibe jî wê li ber xwe bide. Mejiyê qeyûm yek ji sedemên krîza aboriyê û koçberkirina karkeran a ji cih û warên xwe ye. Li şûna ku karkerên herêmê bide xebitandin, qeyûm ji bajarên Tirkiyeyê yên mîna Trabzon, Artvîn, Konya, Sînopê karkeran tînin herêmê û tevlî kar dikin. Qeyûman ev pratîk berê jî kirin."
Nîhat Demîr diyar kir ku qeyûm bi çavê 'xenîmetê şer' li çavkaniyên şaredariyê dinihêre û got, "Ji ber vê yekê jî divê kedkar ji bo têkoşîneke kolektîf xwe bi rêxistin bikin."
ANF/STENBOL