Qeyûm desteser kir da AFAD’ê

Sêşem 28 Sibat 2023 - 17:27

RÛKIYE ADIGUZEL-ABDURRAHMAN GOK / MA / MEREŞ

Dilxwazên bi pêşengtiya HDP’ê kom bûn, piştî erdheja bi pileya 7.7 a Mereşê tavilê berê xwe dan Bazarcixê û heta 15’ê sibatê jî bênavber xebitîn. Dilxwaz, bi şev û roj xebitîn û hewl dan pêdiviyên gund û taxên tu kesî xwe negihandiyê pêşwazî bikin. Alîkariyên ji hêla odeyên pîşeyî, rêxistinên civaka sivîl ên ji gelek deverên Tirkiye û bakurê Kurdistanê, komeleyên gund, herêm û taxan û xelkê li Ewropayê ve dijî hatin şandin, bi saya dilxwazan li gund hatin komkirin û dihatin belavkirin. Lê Qeymeqamê Bazarcixê demek piştre gelek leşkerên biteçhîzat û qeyûmê AFAD’ê girt cem xwe û hate gund. Piştre jî ji gund veqetiya û xebatên xwe bi rê û rêbazên cuda domand. 
 
Qeyûm dest danî ser alîkariya xelkê

Dilxwazên ku ji 7’ê sibatê heta 15’ê sibatê zêdetirî 30 TIR’ên alîkariyê û bi dehan kamyonên alîkariyê li mexdûrên erdhejê belav kirîn, diyar kirin ku wê tayînkirina qeyûm qebûl nekin. Li ser vê yekê qeymeqamê navçeyê got; “Ez ê bi dehan dilxwazan bînim vê derê û alîkariyê bidim gel.” Piştre jî li navenda alîkariyê qeyûm tayîn kir. Lê belê qeyûmê li navendê hatiye tayînkirin, di nava 12 rojan de alîkarî neda yek gundekî jî. Şêniyên gund gotin; “Tenê car bi car li wesayîtên taybet ên kesên nêzî xwe alav tije kirin û ji bilî vê tiştekî din nekirin.” Qeyûm û kesên pê re 27’ê Sibatê tevahiya alîkariyan li kamyonan bar kirin û ji gund çûn. 
 
Alîkarî dizîn dan AFAD’ê

Em îro di danê sibehê de çûn gund. Me dît ku ji bilî koneke li gund, tevahiya konan hatine rakirin û birîne. Her wiha em hîn bûn ku qeyûm di heman demê de tevahiya betaniyeyan, soba, pateyên pitikan, mamayên zarokan, cil û berg û xurek li kamyonan bar kiriye û veguhestiye depoya AFAD’ê ya li navendê. 
 
Xelkê herêmê:Talan kirin

Şêniyên gund nerazîbûn nîşandan û gotin;’’Her tiştek talan kirin. Li vê derê piştevaniyeke pir hêja hebû. Wan ciwanan kedeke mezin dan. Bi şev û roj ji bo me xebitîn. Pêdiviyên gel yekser bi cih anîn. Û ev yek jî li pêşberî kamerayan nekirin. Lê belê AFAD û qeymeqam qeyûm tayîn kir û dest danîn ser alîkariyan. Digotin ku wê ew bi xwe alîkariyan belav bikin. Lê di tevahiya 13 rojan de tenê wesayîtên taybet ên alîgirên xwe tije kirin û ji bilî vê yek alîkarî nedan cihekî. Her çend ku tevahiya alîkariyan bi xwe re biribin jî, em pê xweşin ku ji vir çûne.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.